Bangawaziyên darizandina çeteyên DAIŞ‘ê zêde dibin

Endamên Meclisa Kantona Şehbayê bal kişandin ser girîngiya avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê û got: "Divê dadgeh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin da ku çeteyên DAIŞ‘ê yên girtî werin darizandin û têkoşîn li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê were kirin."

Di çarçoveya pêngavên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran çeteyên DAIŞ‘ê ku piraniya wan biyanî bûn, xwe radestî QSD‘ê kirin. Şêniyên herêmê ji bo darizandina çeteyên ku li dijî wan sûc kirine daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî kirin û xwestin ku ev dadgeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

Endamê Meclisa Kantona Şehbayê Îsmaîl Hemdo got: "Divê dadgeheke navdewletî di bin rêveberiya Neteweyên Yekbûyî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were avakirin da ku çeteyên li herêmê sûcên dermirovî kirine werin darizandin."

Îsmaîl Hemdo diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna cîhanê şerê çeteyên DAIŞ‘ê kirin û wiha axivî: “Ji ber ku DAIŞ ne tenê ser herêmê, di heman demê de ser tevahî cîhanê xetere. Herî zêde herêmên me ji terora DAIŞ’ê zirar dîtin."

Endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mehmûd Hec Îsa anî ziman ku çete û malbatên wan bûne barek li ser milê Rêveberiyê û got: "Dewletên Ewropayê dest ji welatiyên xwe yên tevlî DAIŞ‘ê bûne berdan, ev yek barê Rêveberiya Xweser ji her aliyan de giran kirine. Lewra divê dadgeheke navdewletî were avakirin da ku çeteyan li ser kiryarên ku kirine darizînin.”

Endamê Komîteya Çand û Hunerê yê Meclisa Kantona Şehbayê Ehmed Selamê jî bal kişand ser girîngiya darizandina çeteyên DAIŞ’ê û şerê li dijî şaneyên wê yên veşartî û wiha got: “Divê Neteweyên Yekbûyî dadgeheke navdewletî ava bikin û hesab ji çeteyan bixwazin. Ji ber ku xeteriya şaneyên veşartî yên çeteyan hê bi dawî nebûye. Ev şane dixwazin ewlehî û aramiya herêmên rizgarkirî xirab bikin."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn