Bangawaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê

Şêniyên bajarê Hesekê banga pêkanîna tedbîrên xweparastinê li her kesî kirin û gotin: “Tedbîran pêk bînin da ku pêşî li belavûna Koronavîrûsê were girtin.”

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêjmara nexweşên Koronavîrûsê (COVID-19) zêde dibin. Desteya Tenduristiyê beriya çend rojan ragihand ku li herêmê 30 kes bi Koronavîrusê ketine. Sedema sereke ya belavbûna vîrûsê xemsariya şêniyan a ji bo pêkanîna tedbîran e.

Ruxmî ku Rêveberiya Xweser biryarên girêdayî girtina tedbîrên xweparastinê, bikaranîna mask û lepikan da, lê şênî bi xemsariyeke mezin tevdigerin.

Derbarê mijarê de şêniyên bajarê Hesekê ji ANHA`yê re axivîn û banga pêwîstiya pêkanîna rêgezên xweparastinê kirin.

Şêniya bi navê Nesrîn Mecdel got: “Bi rêya kesên ku ji derveyî herêmê têne herêmên me, Koronavîrus belav bû û hejmara nexweşan zêde bû. Divê şênî tedbîrên  xweparastinê bigirin  da ku xwe birparêzin. Bikaranîna madeyên dezenfektekirin û şûştina destan dikarin asta vegirtina nexweşiyê kêm bikin. Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên tundtir bigre. Heta ku karibe rê li pêşiya belavbûna vîrusê bigire.”

Şêniyê bi navê Azad Mehmûd ê ji taxa Nasra ya Hesekê got: “Divê şênî baldar bin. Di destpêkê de baldariyeke mezin ji hêla şênî û Rêveberiya Xweser ve hebû. Lê niha xemsariyek heye. Ev xemsarî rê dide ku virus li herêmê belav bibe.”

Azad Mehmûd di dawiya gotinên xwe de got: “Em hêvî dikin şênî tedbîrên xweparastinê yên Rêveberiya Xweser ragihandine bigirin. Bi hev re kar bikin da ku xwe û malbatên xwe biparêzin. Ji ber ku li cem me derfetên tenduristiyê yên mîna dewletên cîhanê tune ne.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din