Bangên ji bo derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" didomin

Şêniyên bajarê Kobanê banga derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir û îşaret bi girîngiya piştevaniya partiyê kir.

Ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji ''lîsteya terorê" li gelek welatên cîhanê çalakî tên lidarxistin û kampanyayên komkirina îmzeyan dewam dikin.

Li Kobanê jî elaqeyeke mezin bi kampanyayê re hate nîşandan.

Welatiyê bi navê Bozan Hemê yê ji bajarê Kobanê wiha axivî: "Em qebûl nakin ku navê tu partiyên me têkeve ''lîsteya terorê''. PKK`ê partiyeke kurdî ye û nûnertiya tevahî Kurdistanê dike."

Bozan Hemê ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya teorê" banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha domand: "Ji me tê xwestin ku têkoşînê xurt bikin û çalakiyan berfireh bikin. Em ê destekê bidin partiyê hate ku navê wê ''lîsteya terorê'' bê derxistin."

Hemê got, divê tevahî Kurd piştgiryê bidin hev da armancên neteweya demokratîk pêk bînin. Her wih got: " Berxwedana gerîla ya li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê berxwedaneke pîroz e. Ji ber ku li tevahî Kurdistanê xizmeta berjewendiya Kurdan dikin."

Welatiyê bi navê Mihemed Îsmaîl jî ku ji bajarê Kobanê ye anî ziman ku PKK`ê ji bo gelê Kurd berdêlên giranbuha dide.

Mihemed Îsmaîl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker navê PKK`ê xiste "lîsteya terorê". Lê ew terora mezin e. Ji ber bilî tiştên baş ku ji tevahî gelan re pêşkêş kiriye me tiştekî xirab ji PKK`ê nedîtiye."

Îsmaîl destnîşan kir ku PKK`ê parastina gelê xwe dike û wiha pêde çû: "Em gelê Kurd mafên xwe weke gelên din li cîhanê dixwazin. Em li ser rêya rastiyê têdikoşin û em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe daxwaza mafên xwe bikin, em têkoşînê dewam bikin heta ku zulm li ser rêber Abdullah Ocalan were rakirin."

Welatiya bi navê Salha Hec Xelîl jî got: "Em qebûl nakin ku navê PKK`ê têkeve ''lîsteya terorê'', ji ber ew li ser rêya rastiyê ye. Tişta ku ji min tê xwestin ez ê bikin da ku navê partiyê ji lîsteyê were rakirin."

Salha Hec Xelîl di dawiyê de da zanîn ku armanca dijmin a  xistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" ew e ku rêya partiya ya ber bi serkeftinê ve asteng bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din