Bangên yekrêziya kurdî ji bo pêşîlêgirtina gefan

Şêniyên Kobanê tekez kir ku divê partiyên siyasî dev ji berjewendiyên xwe yên teng berdin û ji bo yekbûna yekrêziya kurdî bixebitin.

 Têkildarî amadekariyên ku KNK-Rojava ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ku hêzên Kurdistanê li hev bicivîne, şêniyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê daxwaza girîngiya pêkanîna yekbûnê dikin da ku li pêşiya xetereyên li pêşiya êrîşên li ser destkeftiyên gelê Kurd bisekinin.

Şêniyên Kobanê ji ANHA`yê re axivîn û diyar kir ku yekbûna kurdî di vê pêvajoyê de girîng e û daxwaz ji partî û hêzên siyasî û leşkerî yên Kurd kirin ku dev ji berjewendiyên xwe yên teng berdin û di pêkanîna berjewendiya giştî û yekrêziya kurdî de bixebitin.

Fewzî Omer destnîşan kir ku yekbûna gelê Kurd girîng e, ji bo pêşîlêgirtina gefên ku destkeftiyên Kurdan dikin hedefa xwe û wiha got: "Yên ku yekrêziya Kurdan pêk neynin, nûnertiya Kurdan nakin û ew xayîn in."

Fewzî Omer îşaret bi girîngiya kombûna partiyên siyasî di bin banekî de û lêvegereke siyasî kir û diyar kir ku pêvajoya heyî, pêvajoya hebûnê ji gelê Kurd re diyar dike, ji ber ku dijmin dixwaze qirkirina Kurdan pêk bîne.

Der barê mijarê de Hesen Bîro got divê her kes li gorî xizmeta gelê Kurd bixebite û dev ji berjewendiyên xwe yên teng berde. Her wiha Bîro hêviya xwe bo lidarxistina kongreya neteweyî û yekrêziya kurdî anî ziman.

Hesen Bîro diyar kir ku kesên dixwazin yekbûna Kurdan pêk bînin, dixwazin di doza Kurdî de bi ser bikevin û wiha got: "Gelek kesayetên ku berjewendiyên xwe didin ser berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê hene, di himbêza dijmin de rûdinin û bazirganiyê bi doza Kurd dikin, ew nûnertiya me nakin."

Hesen Bîro di dawiyê di hêvî kir ku kongreya neteweyî bê lidarxistin û hemû hêz û partiyên Kurd kom bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din