Bankên Tirkiyê ji bo ku daketina nirxê lîre rawestînin, milyarek dolar firot

Bankên hikumeta Tirkiyê milyarek dolar firot da ku daketina nirxê lîreyê Tirkiyê rawestînin û bi taybet piştî aloziya metirsiyên bazirganan û krîza aborî ya li welêt.

Çavkaniyan ji ajansa Reutersê re diyar kir ku bankên Tirkiyê milyarek dolar firotiye, ji wan jî Banka Zîraatê ku mezintirîn banka Tirkiyê ye, da ku daketina nirxê lîreyê Tirkiyê bisekinîne.

Di 8 mehên dawîn de lîreyên Tirkiyê daket radeya herî jêr, lê duh daketina nirxê lîre sekinî.

Duh Banka Navendî ya Tirkiyê destwerdan kir da ku ketina nirxê lîreyên Tirkiyê rawestîne ku di 8 mehên dawîn de pir daket.

Nirxê lîreyê Tirkiyê ji sedî 15 li hember dolar daket, her wiha di sala 2018`an de ji sedî 28 zirar dît, ji dema ku aloziya aborî li Tirkiyê rû da.

Îro lîreyê Tirkiyê li hember dolar daket û dolarek bû 6,24 lîreyên Tirkiyê.


Mijarên Din