Baranê gelek zirar da zeviyên herêmê

Di encama baranên ku îsal barîne de zirarên madî yên mezin gihîştin zeviyên herêmê.

Ji ber baranên zêde yên îsal lehî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabû. Di encamê de zeviyên gel ziyanek mezin dîtin.

Li herêma Kobanê jî cotkar dibêjin ku ji baranên zêde gelek nexweşî di nav hilberînê ceh û kemûnê de belav bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helberîna ceh gelek tê kirin. Di encama barîna baranê de diyardeyek nediyar belav bûye. Simbilên ceh bê lib mezin dibin.

Ev diyarde bi rêjeya ji sedî 50 di nav zeviyên herêmê de belav bûye.

Kesên psispor di nav de cotkar texmîn dikin ku ji ber baranên ku îsal barîne, tevî şiliya bilind û nehişkbûna zeviyan ber tavê ev diyarde derketi ne.

Bi belavbûna vê diyardeyê re cotkar bedbîn in, ji ber ku şêniyên herêmê derbara xwe ya yekemîn bi çandiniyê peyda dikin.

Hilberîna kemûn mezin nabe û genim li pêşberî xetereya zingarê ye

Cotkar dibêjin ku kemûn ji ber rêjeya şiliyê ya zêde û wernegirtina tirêjên tavê telef bûye. Ew jî bandor li mezinbûna hilberînê dikin û heya astekê diyar de mezin dibin.

Şêniya bi navê Alda Xelîl ji şêniyên gundê Cibne rojavayê Kobanê ye, li gel wê 3 hiktar zevî heye û bi kemûn çandiye. Alda dibêje destpêka mewsimê baş bû, hilberîn bi awayekî baş mezin dibûn. Lê niha ji ber baranên zêde û ne wergirtina tirêjên tavê nexweşî di nav hilberînê de belav bûne.

Jina bi navê Zehîde Mistefa ya ji gundê Mînaz rojavayê Kobanê got: "Ji ber baranên zêde rayên hilberîna genim kufik bûne."

Gerînendetiya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî belavokek belav kir û tê de cotkaran ji ber belavbûna nexweşiya zingar di nav hilberîna genim de hişyar kir. Gerînendetiyê bang li cotkaran kir ku bi lez dermanên çandiniyê ku vê nexweşiyê derman dikin li hilberînê bireşînin.

Ji ber rewşa hawayê yên guherbar, miqdarên mezin ji baranê barîn û rêjeyên xwe ya salî derbas kirin. Bandorên neyînî yên vê rewşê hene.

Endezyarê çandiniyê Farûq Talib ê ku li gel wî dermanxaneya çandiniyê li bajarê Kobanê heye dibêje, piştî barîna baranê ya demdirêj hilberîn bi hewcedariya tirêjên tavê ne, da ku rêjeya şiliyê rake û hilberîn mezin bibin.

Talib diyar kir ku ji ber guhertina rewşa hawayê baran zêde barî û rêjeya şiliyê zêde bû. ji ber wê çandinî li herêmê zîrar dît. Talib bal kişand ser ku baran dermanên ku cotkaran di destpêka meha heyî de li ser hilberînan reşandine bê bandorkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din