Baranên îsal bandoreke neyînî li mewsima kemûnê kir

Li Kobanê ji ber sedema barîna baranê ya zêde, mewsima kemûnê pir kêm e. Cotkar diyar dikin ku dê îsal mewsima kemûnê zirareke mezin li wan bike.

Li gelek gundên Kobanê, kemûn (kimyon) jî wek berhemeke sereke wekî genim û ceh di meha Sibatê de tê çandin û heta meha Gulanê tê rakirin. Kemûn piştî ku tê çandin, heta du mehan mezin û şîn dibe, paşê zekeya paqijiyê kemûnê dikin û piştî ku hişk dibe, pala kemûnê dikin û difiroşin. Her wiha erdê ku kemûn lê tê çandin, heta 7 salan li wî cihê kemûn nayê çandin.

Şilayî û serma ji kemûnê re ne baş e, îsal ji ber zedebûna baranan, li gundên Kobanê mewsima kemûnê pir kêm tê rakirin.

Di sala borî de, cotkaran meswima kemûnê bi awayekî baş rakir ku her tonekî kemûnê bi du hezar û 200 dolar dihat firotin, lê îsal tevî ku bi heman buhayî tê firotan, mewsima kemûnê ji ber barana zêde pir kêm e.

Li gundê Rovî yê girêdayî bajarê Kobanê, pir kemûn hatiye çandin. Cotkarê xwediyê kemûnê Mehmûd Bozo derdora 11 şimbil erdên xwe kemûn lê çandiye, di wî erdî de derdora 20 kes ji seat 8:00’an heta 13:00’an dixebitin. Bozo diyar kir ku wan gelek xizmet kiriye da ku kemûna wan bi mewsimeke baş were rakirin, lê mixabin baranê hêviya cotkarên xwedî kemûn, têk bir.

Mehmûd Bozo wiha axivî: "Me gelek mesref, derdora 2 milyonan ji bo xizmeta kemûnê kir, lê dema ku baran dibare tu çareserî ji bo parastina kemûnê tune ye, baranên îsal hêviya me têk bir û em ê ji kemûnê xesarê bibînin."

(hh)

ANHA


Mijarên Din