Baregeha Amerîkayê ya li Kerkûkê hat hedefgirtin

Duh bi moşekên ji cureya Katyûşa baregeha K1 a li Kerûkê ku tê de hêzên Amerîkayê hene, hate hedefgirtin.

Tora El-Erebiye Net li ser zimanê çavkaniyên ji Iraqê piştrast kir ku baregeha ku tê de hêzên Amerîkayê hene, navenda firqeya 6’emîn a polîsên yekitiyê, navenda foca hêzên taybet a lîwa 61 û navenda foca Kerkûkê ya antîterorê bi moşekan hatin hedefgirtin.

El-Erebiye Net wiha da zanîn: "Balafirên şer ên Amerîkayê piştî hedefgirtina baregehê, li asîmanê bajar bi nizmî tevî rewşa nebaş a hewayî geriyan."

Ev êriş a yekemîn e li dijî baregeha K1 ji 27’ê Kanûna borî ve pêk tê. Her wiha di wê demê de gelek moşek li dijî wê baregehê pêk hatin û di encamê de sivîlek amerîkî hat kuştin û Washingtonê komên girêdayî Hizbullahê tawanbar kirin. Piştî çend rojan Amerîkayê bersiv bi gelek derbeyan da, di encamê de 25 çekdarên ji Heşd El-Şebî hatin kuştin. Piştî wê Washingtonê fermandarê Feyleq El-Quds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi derbeya Amerîkayê ya li derdora balafirgeha Bexdayê ya navneteweyî di 3’yê Çileyê de kuşt.

(fr)


Mijarên Din