Baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê rastî êrişê hat

Çavkaniyekî iraqî ragihand ku baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li nêzî balefirgeha Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê, rastî êrişa bi moşekan hat.

Kanala Sumeriye ya Iraqê ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ewlehiyê got: “Êrişa bi moşekan a li dijî baregeha leşkerî ya li nêzî balafirgeha Erbîlê hate şikandin.”

Heman çavkanîyê diyar kir ku moşekek li nêzî avahiya partiyeke dijberî Îranê û ya din li gundekî ketiye di encamê de şewat li herêmê rû da û lêgerîna moşeka sêyemîn berdewam e.

(şx)


Mijarên Din