Baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û aloziya bi Îranê re

Piştî kuştina Qasim Suleymanî, berê herkesî li baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn e. Bi taybet ên li Iraqê û Kendavê.

DYA li Rojhilata Navîn xwedî bi dehan baregehên leşkerî ne. Bi taybet li Iraq, Kendavê û Deryaya Navîn ku bi deh hezaran leşker lê hene. Hin leşker bi erka pasdariyê, hin bi parastina navend û balyozxaneyên Amerîka radibin. Hin jî şêwirmend û perwerdekirina hêzên herêmî û ewlekariyê radibin. Leşkerên din jî hêzên şer in û parastina berjewendiyên DYA`yê li herêmê dikin, wekî Îran, DAIŞ`ê û hin rêxistinên ku gefan li ewlehiya wê ya neteweyî û navdewletî dixwin.

BAREGEHÊN AMERÎKA LI IRAQÊ

Piştî koalîsyona bi serkêşiya DYA`yê û alîkariya gelek dewletên rojavayî hate avakirin, hêzên Amerîkayê di 2003`yan de derbasî Iraqê bûn. Di wê demê de, derbasbûn di bin navê "Şerê azadiya Iraqê" yan "Rizgarkirina Iraqê" û yan jî "Şerê Kendavê yê sêyemîn"hate avakirin.

Hêzên Amerîkayê hikimê diktator Sedam Hisên hilweşand, lê bi biryara serokê Amerîka Barack Obama di 2011`an vekişiyan û piştî derketina DAIŞ`ê û zedebûna xeteriya li ser herêmê di 2014`an de careke din vegeriya.

Paşê li ser esasê hevpeymana stratejîk û ewlekariya ya bi Bexdadê re hebûna xwe rewa kir.

DYA li Iraqê û gelek parêzgehên Başûrê Kurdistanê 12 baregehên wê hene.

Her wiha baregeha Eyn Esed ku di heftiya derbasbûyî de rastî gelek derbeyên Îranê hat, li Bexdadê ye û baregeha Cenabiyê ya li parêzgeha Enbar hene. Biryara avakirina her du baregehan piştî derketina DAIŞ`ê û belavbûna wan li parêzgehên Enbar û Musilê anku sala 2014`an hate ragihandin. Her du baregehên sereke yên Washingtonê ne û nêzî Urdunê ne.

Di heman demê de DYA`yê 2 baregeh li Musil vekirin, yek li balafirgeha Qiyara ya asmanî û ya din jî li pira Musil e.

Li parêzgeha Selah El-Dîn jî baregeha El-Beled a asmasî heye û erka wê şopandina balafirên F-16 e, her wiha baregeha Nacî ya li bakurê Bexdadê ku ew jî baregeha perwerdeyê ye.

Lê li herêma Başûrê Kurdistanê DYA`yê xwedan 5 baregehan e, yek nêzî Şengelê ye, yek li herêma Etrûş e, Herîr a asmanî, baregeha li Helebçayê, baregeha li El-Tun Koberî ya li parêzgeha Kerkukê û baregeha Kerkûk(Rînc)in.

BAREGEHÊN AMERÎKAYÊ YÊN LI SÛRIYÊ Û ROJAVA

Ji deh baregehan Koalîsyona Navdewletî yên li dijî DAIŞ`ê ku bi serkêşiya Washingtonê ne, 5 mane. Li bargehan piraniya xwe hêzên Amerîka bi hêzên dewletên endamên koalîsyonê ne hevkar in.

Her wiha baregeha Tenef a li başûrê Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Iraqê ye û mezintirîn baregeha Amerîka li Sûriyê ye.

Lê baregehên ku Washingtonê valakirine, baregeha Sirînê, baregeha Kobanê ya li gundê Xerab Işk, baregehan Girê Spî, baregeha Mebrûka û baregeha Eyn Îsayê.

Baregehên ku hêj Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya DYA`yê têde hene, baregeha li bajarokê Rimêlanê ya kantona Qamişlo, baregeha li Tilbêder a bi ser kantona Hesekê ve, Şedadê û baregeha li Heseka ya li kantona Hesekê ne.

BAREGEHÊN LI MISRÊ

Li rojavayê paytexta Misrê Qahîra, Amerîka xwedî baregehên asmanî ye, her wiha xwedî gelek nuqteyên deryayî yên li benderên Misrê ye. Da ku alavên deryayî yên leşkerî ku taybet bi wê ne tevger bike û dema gerê yan jî karê leşkerî cihê wan biguhere. An jî amadekariyên şerê li herêmê rû bide bikin.

TIRKIYÊ

DYA bi NATO`yê re xwedî mezintirîn baregeh e û yên herî girîng jî li Tirkiyê ne. Hejmara wan digihêje 9 baregehan. Tê zanîn ku baregehên li Tirkiyê ji aliyê DYA`yê ji aliyê teqemenî û balafirên şer ên nûjen tê destekkirin.

Ji baregehên herî girîng û mezin baregeha Incirlik e, ev jî nêzî bajarê Edenayê ye û bi hezaran leşkerên Amerîkayê û dewletên NATO lê hene. Li gel vê yekê yekîneyên taybet ên hêzên asmanî yên Amerîkayê lê hene û destekê dide baregehên li Iraqê û Afganistanê. Her wiha balafir û moşekên nû û radaratan da ku beşa rojhilat ê deryaya Navîn bigiştî bi rê ve bibe, li baregeha Incirlik hene.

Baregeha Enqerê, di vê baregehê de navenda Operasyonên hevbeş a Tirkiyê – Amerîka heye ku Deryaya Reş dişopîne, her wiha baregeha Silivî bargeheke asmanî ya tektîkê ya DYA`yê ye. Her wiha baregeha Iskenderon a li nêzî sînor Sûriyê bi rêve dibe ku navenda peyweyndên ya Amerîkayê û stasyona radarên erd tê de heye.

BAREGEHÊN AMERÎKA YÊN LI KENDAVÊ

QETERÊ

Li derveyî xaka Amerîkayê, mezintirîn bargehên Amerîkayê, baregeha"El-Edîd"ya ku dikeve rojavayê Dewhayê û Navenda Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li wir e. Di vê bargehê de, hemû çekên bejahî, parastinê û êrişê û bi deh hezaran leşkerên Amerîkayê jî lê ne.

Di heman demê li başûrê Dewhayê jî baregeha Seyliyê heye û di sala 2000`î de hate vekirin û ew wekî depoya alavên leşkerî ye.

LI EREBISTANA SIÛDIYÊ

Piştî baregeha Sultan a asmanî xwedan mezintirîn baregeh bû û beriya ku alavên leşkerî veguheze Qeterê, 500 leşker li baregeha bi navê"Gundê Îskan"heye.

LI ÎMARATÊ

Li wir baregeha Zefra ya asmanî 5 hezar leşker û cihê derketina balafiran heye. Her wiha xwedan hêzên li benderên Cebel Elî ye û ew jî baregeha asmanî ye û keştiyeke mezin a leşker têde hene.

BAREGEHÊN AMERÎKA LI UMANÊ

Baregeha Mesîra ya asmanî li balafirgeha leşkerî ya girava Mesîra ya Umanê heye.Hêzên Amerîka wekî depoyê bi kar tînin, hêzên leşkerî tê de ne, şîrketên Amerîka yên ewlekariyê ji bo perwerdekirina leşkerî û ewlehî û piştgiriya îstixbarat û asmanî bikin di wê baregehê de hene. Baregeha Mesîra baregeheke birîtanî ye û di sala 1930 hate vekirin û hêj hêzên birîtanî ji bo karên leşkerên bi kar tînin.Li gel vê yekê li Umanê 5 baregehên Amerîka yên din jî hene.

LI BEHREYNÊ

Behreyn navenda deryayî ya pêncemîn a hêzên DYA`yê ye. Xwedî baregeha deryayî ya Menamê ye, li gelek vê yekê ji keştî, helikopter, balafirên şer û pêk tê. Di vê baregehê de, 4 hezar û 500 leşker têde hene.

LI KUWÊTÊ

Li Kuwêtê Amerîkayê xwedan 2 baregehên mezin e, ew jî ya Dewhayê ku dikeve rojavayê bajarê Kuwêtê û ya din jî Erîfîcan a ku dikeve başûr. Li gel vê yekê mezintirîn hejmarên leşkeran li Kendavê ye û hejmara wan di navbera 16-19 hezar leşkerî de ye.

ALOZIYA DAWÎ YA DI NAVBERA AMERÎKA û ÎRANÊ DE

Gefên Îranê hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û li Îtaliyayê xiste nava amadekariyê de. Li gorî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê û Pentagonê, piştî girtin ser balyozxaniya Amerîkayê ya li Iraqê ew ê  750 leşkerên din bişînin Rojhilata Navîn û amadekariya 3 hezar leşkerên din jî bikin da ku di pêşerojê de werin belavkirin.

Lê piştî DYA`yê bi balefire nêzî Bexdadê fermandarê Feyleq El-Qudis Qasim Suleymanî kuşt, rewşa aloziya di navbera DYA`yê û Îranê de xerabtir bû. Li ser vî esasî Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper bi daxuyaniyekê ragihand ku ew î Îranê hişyarkiriye û gotiye, Îran û milîsên xwe li Iraqê û Sûriyê planên êrişkirina baregehên Amerîka yên li herêmê dikin.

Ji aliyê xwe ve, Îranê soza tolhiltana Suleymanî da û 2 baregehên Amerîka yên li Iraqê bi dehan moşek kirin armanc. Ew jî Eyn Esed û Herîr e. Di encamê de wendahî çênebûn û zerer negihaşt baregehên Amerîkayê.Sibeha Çarşemê jî hêzên navdewletî û herêmî bang li her du aliyan kir ku li herêmê şer gur nekin.

Lê hêj alozî di navbera her du aliyan de heye û her du alî di amadekariyekê de ne. Ji aliyekî din ve jî li gorî Trump, dê gelek ceza li ser Îranê werin birîn û Washingtonê dê ji Îranê bixwaze ku dev ji çekên nukllerî berde. Her wiha Amerîkayê bang li hêzên mezin û di serî de Ewropa kir ku ji hevpeyaman nukllerê ya bi Îranê re vekişe û balê bikşîne ser girîngiya rola NATO`yê di Rojhilata Navîn de.

(eh)

ANHA


Mijarên Din