Baregehên dagirkeriyê gefan li jiyana gundiyên bakurê Sûriyê dixwe

Şêniyên gundên nêzî sînor her roj bi dengê guleyan hişyar dibin, li gundan ji ber hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyê her roj bi mirinê re rû bi rû ne.

Li kantona Kobanê ya Bakurê Sûriyê, êdî piraniya gundên nêzî sînorê Tirkiyê ji şêniyan re bûne zindan û guleyên ku pê re rû bi rû dimînin, bûne bûyereke rojane û metirsîdar.  

Baregehên leşkerî yên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê dane avakirin, ji rûbera gund berfirehtir dixuye, ji nûtirîn çek, radar, tank û topên raserî gundikên Bakurê kantonê pêk tê.

Bi piranî di girîngiya parastina Tirkiyê ji sînorê re naaxivin, lê gulebarana zarokan û reşandina guleyan li ser wan gundan, lêkirina dîwarê parçekirinê û derbaskirina rûberên zeviyên gundiyan, bi salan e Tirkiye vê siyasetê dide meşandin û nexasim di 7 salên dawîn de, di heman demê de bi zagonên navdewletî re nagunce.

Bi zêdebûna gefên Tirkiyê ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêdekirina hêzên leşkerî li ser sînor, di heman demê de baregehên Tirkiyê da ku liv û tevgera şêniyên gundan rawestîne, asta armanckirina zarok û mezinan zêde kiriye û beriya du hefteyan gundên Xerîb, Kerbenaf, Alîşar, Seftek û Goran rastî guleyan hatin.

Zarokê bi navê Mahir Hesen (17) ji 30`ê Tîrmehê de ji ber segvaniya dagirkeriya Tirkiyê ji baregeheke nêzî gundê Seftek ê rojavayê bajarê Kobanê, jiyana wî di metirsiyekê de ye û di vê derbarê de bijîşk dibêjin zehmet e bijî.

Di milekî din de welatiyê bi navê Kanîwar Şahîn (29) ji gundê Qeremox dema ku di 24`ê Tîrmehê de di nava zeviya xwe de dixebitî, dagirkeriya Tirkiyê gule lê reşandin û di milê xwe de birîndar bû. Di vê derbarê de navenda belgekirina binpêkirinên li Bakurê Sûriyê diyar kir ku hejmara kesên nêzî sînorê Tirkiyê jiyana xwe ji dest da û birîndar bûne, gihaşt 800`î. 

Têkildarî mijarê Buroya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê di Nîsana 2017`an de ragihand ku di encama binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li ser sînorê kantona Kobanê-Tirkiyê de, 71 qurbanî hene.

Di encama gulebarana ji aliyê Tirkiyê ve li ser gundê Til Fender ê kantona Girê Spî de, zaroka bi navê Sara Rifat Mistefa (6) di destpêka Mijdara derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da.

Di milekî din de zêdetirî 20 gundên bakurê kantonê dema lêkirina dagirkeriya Tirkiyê ji dîwarê parçekirinê yê di navbera Sûriye û Tirkiyê de 2016`an, bi dirêjahiya 60 km anku 4 hezar û 626 donim ji erdên xwe winda kirin, lê hêj dewleta Tirk terka kiryarên xwe nekiriye û ev 3 sal e ku rê nade cotkaran sûdê ji zeviyên xwe wergirin û guleyan li kesên nêzî sînor dibin direşîne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din