Barzanî û Erdogan ê ku li dijî Kurdistanê êrişên dagirkeriyê pêk tîne, dê li hev rûnin

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Di demeke wiha de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû Enqereyê û dê bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne.

Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê dike ku li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrişên xwe yên dagirkeriyê didomîne.

Mesrûr Barzanî îro çû Enqereyê û dê li gel wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hevdîtinan pêk bîne.

Ziyareta Barzanî ji bo demek berê hatibû plankirin lê belê ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bertekeke xurt di nava gel de çêbûbû û ji ber vê yekê ziyareta Barzanî hatibû taloqkirin.

ZIRARÊ DIDE YEKITIYA NETEWEYÎ

Balkêş e ku serdana Mesrûr Barzanî di demeke wisa de pêk tê ku yekitiya neteweyî ya gelê Kurd tê nîqaşkirin. Dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojava êrişên xwe yên dagirkeriyê û komkujiyê roj bi roj zêdetir kirin û li dijî vê yekê hêzên siyasî yên Kurd û gel bertekeke xurt nîşan da. Ji ber van sedeman serdana Barzanî hatibû taloqkirin.

Gelê Kurd li dijî serdana Barzanî ya Tirkiyê bertek nîşan da û xwest malbata Barzanî û PDK ji bo yekitiya neteweyî ya gele Kurd bikevin nav hewldanan û gel li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê dabû destpêkirin.

JI ENQEREYÊ RE SERDAN, JI CIWANÊN KURD RE DESTGÎRKIRIN

Di demekê de ku Mesrûr Barzanî serdana Enqereyê dike ku li hember Kurdan dagirkerî û êrişên qirkirinê berdewam dike, hêzên PDK’ê ciwanên ji Başûr ên ku derbasî Rojava bûbûn û destek dabû berxwedanê, dema ku ji Rojava vedigeriyan, li deriye Sêmalka destgîr kirin.

GELO BI DAGIRKER Û QIRKERAN RE TÊKILIYÊN BAŞ ÇÊDIBIN?

Dezgehên çapemeniyê yên nêzî PDK’ê serdana Barzanî ya ji Tirkiyê re bi gotina “Tê payîn ku di serdanê de têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û rola Herêma Kurdistanê ya ji bo îstîqrara herêmê bên nîqaşkirin” ragihand û hewl da rastiyan manîpule bikin.

Gotina “îstiqrara Herêma Kurdistanê” ya di nûçeyê de, nîşan dide ku di demekê de ku dewleta Tirk li dijî Kurdistanê êrişên xwe yên rûxîner û qirker pêk tîne, rastî têne paşguhkirin û xwe ji rastiyan didin aliyekî.


Mijarên Din