Batil: Rêveberiya Xweser tecrubeya herî pêşketî ya li Rojhilata Navîn e

Pisporê qanûna navdewletî Mehmûd Batil diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Rojhilata Navîn de tecrubeya herî pêşketî ye û wiha got. “Ew ji tevahiya gelên têkoşer re mînakek e. Şoreşek li dijî peyman û planên ku li ser gelan tê mohrkirin e."

Ev 9 sal in gelê Sûriyê ji ber şerê di navbera Rejîmê û komên ku îdea dikin dê azadiyê ji gelê herêmê re bînin, zaran dikişînin. Ew kom xizmeta ajandayên dewletên herêmî û hêzên navneteweyî dikin di serî de dewleta Tirk. Ji bo wê bi dehan bajarên Sûriyê yên mîna Heleb, Hims û Deraa hilweşîn û nêzî milyonek sivîl hatin kuştin, zêdetirî 10 milyon kes jî koçber bûn. Lê hinek herêm mîna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku xeta sêyemîn li ser rêgezên Neteweya Demokratîk pejirandine, xwe ji wêraniyê parastin.

Pisporê qanûna navdewletî, mamsoteyê zanîngeha Kîp a başûrê Afrîqyayê û çalakgerê hiqûqî Mehmûd Batil ji ajansa me re got: "Bi hevgirtina tevahiya pêkhateyan di nav Rêveberiya Xweser de li rex tevlibûna tevahiya çînên gel li gorî fikr û felsefeya Abdullah Ocalan, ev tecrube cuda kir. Ruxmî ku herêm rastî terorê hat û wêran bû jî."

‘Rêveberiya Xweser ji bo gelên têkoşer mînakek e’

Batil nimuneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê wek mînakekê ji tevahiya gelên têkoşer û yên ku guhertin û demokrasiyê dixwazin re dibîne. Batil wiha domand: "Wek hemwelatiyek afrîqî ez dibînim ku tecrubeya Rêveberiya Xweser mînak e û mirov dikare li herêmên din ên Sûriyê û di navbera gelên têkoşer yên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin de, pêk bîne."

Batil destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a niha di pêvajoyên hesas re derbas dibe û rastî gelek astengî û zehmetiyan tê. Batil got: “Ya herî giring Rêveberî van hêzan red dike. Gelek hêzên derve mîna Rûsya, Emerîka, Tirkiyê û hindek aliyên ji hundir mîna rejîma Sûriyê û Îran tecrubeya Rêveberiya Xweser red dikin û li hember pêşketina wê disekinin."

‘Rêveberiya Xweser şoreşek li dijî peyman û planên ku li ser gelan tên mohrkirin e’

Mehmûd Batil Rêveberiya Xwese bi şoreşekê li dijî peyman û planên li ser gelên Rojhilata Navîn  têne mohrkirin wesifand û got: "Piştî bidawîbûna Împeretoriya Osmanî, hêzên cîhanî di serî de Berîtanya nexşerêyek xêz kir. Herêm li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û mitîngerî dabeş kir. Mîna peymanên Lozan, Saykis Bîko û Sîvirê. Ev peyman hemû çaranûsa gelê Kurd guhert û li gorî berjewendiyên dewletên mitînger ên wê demê axa gelê Kurd hate parvekirin. Lê Rêveberiya Xweser a niha û bi tecrubeya xwe ya demokratîk mîna serhildanekê li hember wan peymanan e."

Mehmûd Batil diyar kir, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafên tevahiya pêkhateyan miroger dike û wek tecrubeya herî pêşketî di Rojhilata Navîn de tê hesibandin. Batil wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Divê sûd ji desteka dewletên rojavayî û herîmî were girtin û wek destekek manewî were hesibandin. Her wiha divê asta têkoşîn û berxwedanê li hember tevahiya hêzên redker were mezinkirin. Xebat di aliyên hiqûqî, siyasî û leşkerî ji bo gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Elewî û Tirkman berdewam bibe."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din