Bavê şehîd Ezîz Ereb: Rêber Ocalan çareseriyên aştiyane pêşkêş dike

Bavê şehîd Ezîz Ereb, Hesen Hesen got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çereseriyên aştiyane ji her krîzan re pêşkêş dike û nameya wî ya dawiyê jî vê yekê misoger dike."

 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demên dawî de di nameyên bi rêya parêzer û birayê xwe Mihemed Ocalan şandiye, banga aştiyê kiribû. Ocalan diyar kir ku divê pirsgirêkên herêmê bi aştiyane û dûrî şer werin çareserkirin.

Bavê şehîd Ezîz Ereb Hesen Hesen got: "Rêber het tim berê xwe dide çareseriya siyasî û dîtina çareyên dûrî xwînrijandinê."

Hesen Hesen (70) ji gundê Mêremînê yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê yê ji pêkhateya Ereb e. Hesen di salên 1990’î de 5 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye.

Hesen got: “Rêber Ocalan di tevahî hevdîtinan de aştî israr dikir.”

Di dawiyê de Hesen bang li gelên herêmê kir û wiha got: "Bibin yek da ku em bigihîjin çareseriya aştî, mîna ku Rêbertî banga wê dike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Nadir Şêx Hesen (Ezîz Ereb) yekemîn şehîdê ji pêkhateya Ereb e. Sala 1964`an li gundê Mirêmîn ê girêdayî navçeya Şera ji dayik bûye. Sala 1983`an beşdarî nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye û di 17`ê Nîsana 1986`an li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê şehîd bûye. Ji têkoşerên ku bi fermandar Masûm Korkmaz re maye.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din