Bavê Teyar: Bi pereyên xwe, nebin sedema qetilkirina xwe

Koma şehîd Osman a şanoyê ku bi navê koma"Bavê Teyar"tê naskirin, bi sikêşekê beşdarî pêngava"Kelûpelên Tirkiyê boykot bikin"bûn û şêniyên  kantonê der barê boykotkirina kelûpelên Tirkiyê hişyar kir.

Roj bi roj li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û cîhanê der barê êrişên artêşa Tirk, ku hemû çekên giran ên wekî balafir, tank, panzer û heta çekên qedexekirî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, bertek zêdetir dibin.

Di 9 Cotemhê de artêşa Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ji ber vê yekê çalakgerên Başurê Kurdistanê dest bi pêngava"Kelûpelên Tirkiyê boykot bikin"kir. Pêngavê deng veda û gelek dewletên erebî yên wekî, Erebistana Siûdiyê, Misr û Îmaratê beşdarî pêngavê bûn.

Her wiha xwendekarên Zanîngeha Rojava, gelek saziyên bajêr ên sivîl, çandî û civakî beşdarî pêngavê bûn. Di vê çarçoveyê de koma Şehîd Osman a bi navê"Bavê Teyar"tê naskirin bi sikêşekê beşdarî pêngavê bû. Sikêşa bavê Teyar bi sernavê"Em hemû şervan in, kelûpelên Tirkiyê boykot bikin" û "Bi pereyên xwe nebin sedema qetilkirina xwe".

Komê di sikêşekê de gelê herêmê û dikandarên bazirganiyê yên li kantonê der barê qedexekirina kirîna kelûpelên Tirkiyê û hinardekirina kelûpelên Tirkiyê de hişyar kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din