​​​​​​​Baxçeyên sergirtî ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê projeyeke nimûne ne

Projeya baxçeyên sergirtî ya li bajarokê Rimêlanê, pêdiviya zêdetirî 450 hezar şêniyên herêmê dabîn dike û derferên kar ji zêdetirî 100 kesî re peyda dike.

Projeya baxçeyên sergirtî (malên plastîk) ya li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê, bi piştgiriya Desteya Çandinî û Aboriyê li gorî teknolojiya pêşketî hate avakirin.

Ev proje li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî ya yekemîn e û di dirêjahiya salê de pêwîstiyên şêniyên kantona Qamişloyê ji sebzeyan dabîn dike.

Rêveberên projeyê, hewl dide pêwîstiyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sebzeyan dabîn bikin, ji ber ku ji aliyê hikumetên Şamê, Enqereyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ku dergeha Sêmalkayê bi rê ve dibe, ambargo li ser herêmê hatiye ferzkirin.

Ji destpêka şoreşê ve herêm di ambargoyekî de ye, dewleta Tirk ji aliyê bakur ve hemû dergehên sînorî girtin û bi vetoya rûsî ya dawiya 2019`an dergeha Til Koçer/Yarûbiyê girt.

Li başûr û rojava hikumeta Şamê nahêle madeyên xwarinê yên bingehîn, sotemenî û derman derbasî herêmê bibin an jî derkevin.

Li hemberî vê yekê Rêveberiya Xweser piştgiriya rêgeza xwetêrkirinê dike, derfetên aborî pêş dixe, di serî de destekê dide qada çandiniyê ku jêdera sereke ya piraniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

PROJEYA YEKEMÎN; BAXÇEYÊN SERGIRTÎ LI RIMÊLANÊ

Li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişloyê, Desteya Aborî di 2016`an de yekemîn projeya baxçeyên sergirtî vekir, ku tê de 9 baxçeyên sergirtî hene û rûbera wê jî 12 donim bû.

Proje ji bo dabînkirina hewcedariyên şêniyên herêmê ji sebzeyan hate vekirin, di projeyê de xiyar, firingî, bacanên reş, îsot û hin sebzeyên din hene. Piştre rêveberan bi awayê holan pêş xistin, ku karibe pêwîstiyên hejmareke mezintir a şêniyan pêk bînin.

Hejmara baxçeyên sergirtî zêde kirin û bûne 32 ku bi awayekî holên temamkirî hatin çêkirin. Li gorî rêveberên projeyê hewcedariya 450 hezar kesan ji sebzeyên sereke dabîn dikin.

Niha jî amadekariya avakirina 5 baxçeyên din tê kirin û cureyên nû mîna bexdenûs, pûng, cercîr û beqle tê de têne çandin.

TAYBETMENDIYÊN BAXÇEYÊN SERGIRTÎ

Taybetmendiyên baxçeyên sergirtî û teknîkên wê cuda ne, mîna tîpa W hatine avakirin, da ku ji tavê wergire û ba û baran bandorê lê nekin. Di zivistanê de mekanîzmaya germkirinê û di havînê de mekanzmaya sarkirinê heye, da ku di dirêjahiya salê de berhemên çandiniyê hebin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/11/080530_znar-hsn.jpg

Endezyarê çandiniyê Zinar Hesen ê ji Girkê Legê ku li Siwêd dijiya û beriya 5 mehan serdana herêmê kiribû, dema ji nêz ve projeya baxçeyên sergirtî ya li bajarokê Rimêlanê şopand, biryar da ku li herêmê bimîne û wekî çavdêrekî giştî bixebite. Zinar Hesen têkildarî mijarê got proje li ser bingeha rêbazên zanistî hatiye avakirin ku nêzî rêbazên Ewropayê ye.

Zinar Hesen diyar kir  ku rûbera giştî ya projeya baxçeyên sergirtî derdora 35 donim e û wiha domand: "Li gorî sîstema kevn a ku 2016`an hate avakirin 9 baxçeyên sergirtî hene,  lê şêweyên wan hatin guhartin û îsal 20 baxçeyên din hatin çêkirin, niha jî amadekariya çêkirina 5 baxçeyên din tê kirin."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/11/080505_hmydh-slyman-.jpg

Endezyara çandiniyê Hemîde Silêman ku çavdêriya giştî ya projeya baxçeyên sergirtî ya qada germkirin û sarkirinê dike, diyar kir ku sîstema ku ji bo baxçeyên sergirtî tê bikaranîn, pêşketî ye û armanc jê ew e ku pileyên germahiyê, şilahiyê,  ronahiyê û avdanê kontrol bike.

Baxçeyên sergirtî bi rêya boriyan û dilopan tê avdan da ku av kêm were bikaranîn û borî bi fîlteran ji dezenfektekirinê re hatine amadekirin.

QONAXÊN ÇANDINIYÊ

Tov bi rêbazên endezyariya pêşkeftî li ser 4 qonaxan tên çandin, ya yekê tovan di  hewzên taybet de diҫînin û piştre şitlan vedguhezên baxçeyên sergirtî û tê de bi 2 rêbazan tên ҫandin ya yekemîn navbera her şitlekî de 30 cm dihêlin û ya din jî di navbera her şitlekî de 60 cm dihêlin. Qonaxa 3'yemîn ew e baldarî heta ku dirêjahiya wê bibe 30 cm heye û piştre şitil têne girêdan da ku kuvik negire.

Endezyarê ҫandiniyê Hesen Omer piştî  xwendina zanîngehê qedand di projeya baxçeyên sergirtî de dixebite. Hesen Omer diyar kir ku armanca ҫandina sebzeyan a bi şêweyê pir, ew e ku sûdê ji rûberê bigirin û ev rêbaz bandorê li xebata hilbirînê nake, ji ber ku şitil bi awayekî stûnî têne girêdan.

Der barê çandina şitilan a bi awayekî stûnî de, Omer da zanîn ku ev rêbaz nahêle şitil kuvikî bibin, li gel wê jî sûdê ji rûberê digirin û dikarin şitilan zêde tê de biçînin û bi vê rêbazê  hewcdariya sûkan dê were peydakirin.

Sebze li gorî hewcedarî û daxwezên sûkan tên ҫandin, her wiha xiyar û firingî ji bacanên reş û îsotan pirtir hatin ҫandin. Endezyar rojane ҫavdêriya şitilan dikin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/11/080607_shyryn-sayd-.jpg

Endezyara Çandinyê Şêrîn Abdulruhman Seîd da xuyakirin ku şitil hewceyî lênihêrîna domdar in, da ku xerab nebin û wiha domand: " Pêwîstiya şitilan ji her merheleyeke çandina tovan û heta çandina li erdê, girêdan, avdan û berhevkirinê, bi baldariyeke baş heye."

Şêrîn Abdurehman Seîd diyar kir ku bacanên reş û îsot di qonaxa rawestandinê de ne û firingî jî di qonaxa geşkirinê de ye û xiyar jî di qonaxa berhevkirinê de ye.

Zinar Hesen eşkere kir ku rêbazê ku di baxçeyên sergirtî de bikar tînin dikare di dirêjahiya salê de hewcedariya sûkan peyda bike, li gel wê jî ax tê dermankirin û makanîzmeya  erdê derman dikin da ku li gorî hemû hilberînan be, her wiha ji bo ku kurm nekevin baxçe de mekanîzmeyek danîne.

Zinar Hesen got: ''Holên baçxçeyên sergirtî bi rêbaza endezyarî hat avakirin, dirêjahiya her holekê 51 metre û ferehiya wê 9,6 metre û bilindahiya wê 4,5 metre ye, her holek dikare di her salekê de 50 ton ji sebzeyan hilbirîne."

Hesen piştrast kir ku hilbirîna baxçeyên sergirtî li sûkên Girkê Legê û herêma Dêrikê tên firotin, niha xiyar in û di nava ҫend rojên din de,  firingî jî peyda bibin û di dawiya Nîsanê de bacan û îsot jî peyda bibin.

Li gorî çavdêrên baxçeyên sergirtî yên li Rimêlanê, îsal hilbirîn dê hewcedariya 450 heta 500 hezar kes peyda bike û dikarin hinek ji hilbirînan bişînin sûkên bajarê Qamişlo.

DERFETÊN KAR JI ŞÊNIYAN RE PEYDA DIKE

Projeya baxçeyên sergirtî derfetên kar ji ciwanên herêmê re peyda dike, niha di projeya Rimêlanê de derdora sed karker dixebite.

Niha jî amadekariyên heman projeyê li bajarê Hesekê tê kirin, li nava 10 donim erd, 10 holan hatin avakirin û şitil lê hatin çandin, li navçeya Tirbespiyê jî li rûbereke 20 donim û bi çavdêriya Komîteya Aborî ya Jinan projeyek hate avakirin.

Rêveberên ku projeya baxçeyên sergirtî ya li Rimêlanê bi rê ve dibin, dan zanîn ku projeyên bi heman rengî yên  li navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di dirêjahiya salê de hewcedariyên gelê herêmê dabîn bikin.

(eh-dm)

ANHA


Mijarên Din