Baxoz… piştî salekê ji rizgarkirinê xebatên ji nû ve avakirinê

Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û civaka navneteweyî rewşa Baxozê paşguh dikin. ji aliyekî din ve Meclisa Herêmî ya Baxozê bi desteka Meclisa Sivîl a Dêrazorê, hewl dide bi kedên xweser careke din bajarok geş bike.

Îro salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê ye. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 23`yê Adara 2019`an de rizgarkirina bajarok ragihand. Bi vê yekê Baxoz mîna bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên hatine rizgarkirin, ji tarîtiyê derket.

Bajarokê Baxozê li rojhilatê gundewarên bajarê Dêrazorê ye. Beriya salekê, li ser asta cîhanî rastî eleqedariyekê hat. Lê dema ev bajarok rizgar bû, civaka navneteweyî paşguh kir û tu destek ji şêniyên wê re pêşkêş nekir. Li gel wê jî derfetên aliyên herêmî yên ku herêmê bi rê ve dibin, kêm in.

Bajarokê Baxozê girêdayî navçeya Sûsê ya herêma El-Bûkemal e û bi 125 km li rojhilatê bajarê Dêrazorê ye. Ji 3 gundan tevî navenda bajarok, Baxozê Jêrîn, Hiwêce El-Sefefne û Hiwêce El-Mişahde pêk tê. Li gorî hevserokê Meclisa Herêmî ya Baxozê Salim Mihemed Elî El-Xelef hejmara niştecihên wê beriya sala 2011`an 45 hezar bû.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk Baxozê rizgar kir, şêniyên bajarok û gundên girêdayî wê yên ku ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Srûiyê ve koçber bûne û di nav kampên Rêveberiya Xweser de bi cih bûne, nekarîn yekser vegerin warên xwe. Ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk dest bi hemleya lêgerînê ji bo rakirina mayin û bermahiyên DAIŞ`ê kir.

Rêwîtiyên vegerê ya ber bi Baxozê ve bi koordîneya Meclisa Sivîl a Dêrazorê di destpêka Tebaxa 2019`an de dest pê kir. Li gorî serjimariyên Meclisa Herêmî hejmara şêniyên ku vegerîne bajarok û gundên wê, piştî salekê ji rizgarkirinê, zêdetirî 30 hezaran bû.

Şêniyên bajarokê Baxozê bi rêya Meclisa Herêmî ya Baxozê xwe bi xwe, xwe bi rêve dibin. Meclis di 1`ê Çileya 2020`an de piştî avakirina 15 komînan li ser bingeha hevserokatiyê, meclisa rêveber, 7 komîte yên wekî xizmetguzarî, tenduristî, aborî, çandinî, jin, ciwan û perwerde ava bûn.

Hevserokê Meclisa Baxozê Salim Mihemed Elî El-Xelef di vî warî de dibêje: "Gelek projeyên me hene. Piştî birêxistinkirina şêniyên bajarok û gundên girêdayî wê em hewl didin dest pê bikin. Ji bo ku rewşa bajarok ji tevahiya aliyên tenduristî, xizmetguzarî û perwerde ve bi derfetên xwe û desteka Meclisa Sivîl a Dêrazorê geş bikin.”

Li ser asta xizmetguzarî, şêniyên bajarokê bi Meclisa Sivîl a Dêrazorê re hevkar bûn. Bi rêya planekê bi navê ‘Bernameya Firatê’ bermahî rakirin, rêyên sereke û şaxî li navenda bajarok û gundên girêdayî wê vekirin. Hemle di 17`ê Îlona 2019`an de dest pê kir û tenê heya sê mehan dom kir. Piştre xebatên xizmetguzarî di nav bajarok de rawestîn. Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gorî derfetên xwe xebatên besît pêşkêş kirin.

Girêdayî xebatên ku li bajarok têne pêşkêşkirin, berpirsê Komîteya Xizmetguzarî Abdullah Silêman destnîşan kir ku komîteyê bi rêya Bernameya Firat zêdetirî 40 hezar metrekabik bermahî, 10 hezar û 700 metrekabik çop rakirine. 17 hezar metrekabik ava vexwarinê gihandine bajarok. Li rex wê jî 450 term ji gorên komî yên ku DAIŞ`ê hiştine, rakirine.

Silêman teqez kir ku tu rêxistinek ji Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê, civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî ji destpêka rizgarkirinê ve, alîkarî pêşkêş nekirine.

LI BAJAROK KÊMASIYA XEBATÊN TENDURISTIYÊ

Di warê tenduristiyê de şêniyên Baxozê ji ber tunebûna xebatên tenduristiyê bi gilî û gazinc in. Ji ber ku di bajarok de tu cihên tenduristiyê tune ye. Meclisa Herêmî bi kedên xweser bi alîkariya şêniyên bajarok navendeke tenduristiyê vekir. Lê ji aliyê amûr û bijîşkên pispor ve gelek kêmasiyên xwe hene.

Gerînendeyê navendê Ibrahîm El-Tafih teqez kir ku warê tenduristiyê de kêmasî zêde ne û got: “Di navenda tenduristiyê de tenê hejmarek perestar (hemşîre) hene lê bê amûr in.”

Li gel tunebûna xebatên tenduristiyê û ji ber hebûna gorên komî yên DAIŞ`ê, hinek nexweşiyên têper derkevin û şênî ditirsin. Bi taybet bi nêzîkbûna havînê re ev metirsî zêde bûne.

Têkildarî vê mijarê Ebud El-Hesen (40) ji şêniyên gundê Hiwêce El-Mişahde ye û dibêje: “Gelek gorên komî hene. Kûrahiya wan kêm e. Ji ber wê em ditirsin ew gor bibin sedema belavbûna nexweşiyan. Heta niha Meclisa Sivîl a Dêrazorê tenê 450 cenaze derxistine.  Lê gelek term mane. Tu rêxistinek an jî aliyek ji hêla Koalîsyona Navneteweyî ve di vî warî de destekê pêşkêş nake.”

PERWERDE BI DERFETÊN KÊM DIDOME

Kêmasî ne tenê di warên tendursitî û xizmetguzarî de hene, lê belê warê perwerdeyê jî ji yên din ne baştir e. Ruxmî zêdebûna hejmara zarokên ku diçin dibistanê jî desteka pêwîst di warê perwerdeyê de nayê pêşkêşkirin.  

7 dibistan li bajarokê Baxoz û gundên girêdayî wê hene. 2 dibistan ji ber şerên rû dane, bi temamî wêran bûne. Niha tenê 5 dibistan di xizmetê de ne. Tevî ku tevahiya amûrên wan hatine şewitandin.

Gerînendeyê dibistanên bajarokê Baxozê Ferhan Xelfan El-Dawûd dibêje: “Bi rêya meclisê me dest bi însiyatîfeke xweser ji bo destpêkirina perwerdeyê kir. Derî û pencere li piraniya dibistanan tune ne. Me bi rêya însiyatîfên şêniyan hewl da beşek jê peyda bikin. Di dibistanan de tenê 300 daniştok hene. Ew jî Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji me re pêşkêş kirin.”

El-Dawûd destnîşan kir ku zêdetirî 2 hezar û 500 xwendekar niha diçin dibistanan. Lê pêdiviya warê perwerdeyê bi restorekirina dibistanan û mamosteyan heye.

Li gel însiyatîfên xweser ên şêniyên bajarok û desteka Meclisa Sivîl a Dêrazorê û ruxmî azarên şêniyan ji ber kêmbûna ava vexwarinê, belavbûna gorên komî, kêmasiyên di warên tenduristî û perwerdeyê de, lê rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê tev nagerin. Şênî bi kedên xweser û bi derfetên Meclisa Sivîl a Dêrazorê bajarokê xwe sererast dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din