Bayik: Divê aloziya li Zînî Wertê neyê taloqkirin

Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik got divê PDK meseleya Zînî Wertê taloq neke û di zûtirîn demê de dawî li vê aloziyê bîne û her hêzek vekişe pozîsyona xwe ya berê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku rêberê Abdullah Ocalan destnîşan kiriye ku ji bo Kurd mîna Şerê Cîhanê yê Yekemîn careke din winda nekin, xwestiye yekitiya neteweyî pêk were û got: "Rêber Apo di meseleya Zînî Wertê de metirsiyeke mezin dît. Lewma hişyarî da û bi vî rengî wezîfeya xwe ya neteweyî û dîrokî pêk anî. Diyar kir ku divê di navbera Kurdan de şer neqewime, Kurd li dijî dijmin tê bikoşin, yekitiya xwe, kongreya xwe pêk bînin, hêzên xwe yên leşkerî di bin sîwanê fermandariyekê bikin yek. Di serî de me divê partiyên ji bo Kurdan têdikoşin hemû vê yekê bibînin û fêhm bikin."

Cemîl Bayik bersiv da pirsên Stêrk TV’yê. Beşa destpêkê ya hevpeyvînê wiha ye:

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK wek Partiya Şehîdan bi nav dike. Girêdayî vê têkoşîna germ tê meşandin, bi berdêla giran bexwedanên mezin tên kirin. Hûn ji bo meha Gulanê dixwazin çi bibêjin?

Li Kurdistanê têkoşîn bi pêş xistin, pir zehmet e. Belkî li her welatekî wiha ye, lê dema mirov astiya Kurdistan bide ber çavan; ji hemû welatan hê zehmetir e. Ew tekoşîn pir zehmet bi şehîdan pêş kete. Şehîdan em gihandin îro. Şehîdan bi tekoşîna xwe gelê Kurd ji xewa mirinê rakir, rakir ser piya, zindî kir, ciwan kir; kir mînak bo gelê Rojhilata Navîn, heta ji bo mirovahiyê. Belkî dijmin propagandayê dike, ew propaganda li ser hinek mirovên me jî bandor dike. Ew propaganda çiye? Yên ku şehîd dikevin, dimirin diçin. Wisa nêzîk dibin. Ev bandorekê çêdike, ev ne rast e. Şehdî pêşiya pîlanên dagirkeran digire. Armancên wan vala derdixin, nahêlin ku ew qirkirinê li ser Kurdan pêş bixin encam bigirin. Armancên dagirkeran qirkeran vala derdixin. Şehîdan gelê Kurd rakir ser piyan, zindî kir. Ji bo wê ti carî ew şehadetên wan vala neçû, naçe jî. Ji bo wê mirov weke ku bê sedem mirin, nêzîk nebe. Her şehîdbûnek zindîbûna gelê Kurd çêdike. Hêrsa gelê Kurd mezin dike. Ew têkoşîna azadiya demokrasiyê mezin dike. Lazime mirov wisa nêzîkî rastiya şehîdan bibe. Şehîdên ku li Kurdistan pêk hatin, ji bo xwe tiştek nekirin, ji bo xwe tiştek nexwestin; hemû derfetên xwe, canê xwe xistin xizmeta gelê Kurd, xistin xizmeta Kurdistanê; xistin xizmeta azadiya demokrasiyê, xistin xizmeta mirovahiyê. Ew şehîdan e ne tenê şehîdê gelê Kurd in, şehîdên gelan in, şehîdên mirovahiyê ne. Şehîdên jinê ku azadiyê esas digirine. Şehîdên ku hemû gelan di bin desthilatdariyê de derdixiye. Şehîdên edaletê ne. Ji bo wê van şehîdan e divê mirov wiha fam bike, wisa nêzîk bibe. Rêber Apo got; ‘Ez hevrêyê şehîdan im, ez berdevkê şehîdan im’ Xwe wisa da diyarkirin. Eger ku Rêber Apo ser piyan e, Rêber Apo pêşengê ji bo vê tevgerê û vî gelê û ji bo mirovahiyê dike, di şertê wiha yê Îmraliyê de dagirker, qirker emperyalîst nikarin teslîm bigre, ew girêdayî bi berdeviyê ya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo got; ‘’z berdevkê şehîdan im.’ Wateyekî wê heye. Yanî ez li ser armancên wan, li ser hêviyên wan, ser daxwazên wan; ser jiyana wan, ser xetê wan, pîvanên wan dimeşim. Yê ku dibêj e, ez Rêber Apo, şehîdan esas digirim; girêdayînên min Rêber Apo û şehîdan heye, wê nebêje ez ê çibikim? wezîfeya min çi ye? Ji ber ku şehîdan wezîfeyên her kesî daye pêşiya wan. Yê çi bikin, rêya wan ronahî kiriye. Hêzê daye wan ku bikaribin divê rêyê de bimeşin. Rêber Apo jî berdevkê wan e, Rêber Apo hemû ferman daye, hemû rê ronî kiriye, fikra tewra li dinê mezin daye dest mirovên Kurd, bo wê kes nikare bêje, erkê min çiye, ez ê çi bikim? Dikare her kes li ser rastiya Rêber Apo şehîdan li kû dibe bila bibe wezîfeya xwe lazime ji bo şehîdan, bo gelê Kurd, bo azadî demokrasiyê pêk bîne. A rast ev e, eger ku wer nêzîkî Rêber Apo û şehîdna bû; wê demê rast nêzîk dibe. Weke din nêzîkbûn şaş e.

Piştî 21 salan Rêber Abdullan Ocalan cara yekemîn bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Ew jî ne li gorî pîvanan girtiyên cuda bû pêk hat. Mafê wî yê heta niha dihate xespkirin, cara yekemîn weke telefonê pêk hat. Rêber Apo carekî din bo dengê çareseriyê, aqilê selîm pêş xişxist. Destpêkê hûn dixwazin ji bo vê telefonê çi bêjin. Em ê piştre naveroka wê jî binirxînin?

Tevgera me berxwedanê, têkoşînê dike. Vê bandorê li ser her kesê dike. Hem li ser gelê Kurd hem jî li ser dostê gelê Kurd û hem ji li ser dijminê gelê Kurd. Hem jî li ser dewleta Tirk a dagirker, qirker jî bandorê dike. Ê gelê me, gelekî leheng e, gelekî ku biryara xwe ji bo azadî û demokrasiyê daye. Di her şertekê de wê têkoşînê dike. Girêdayîbûna xwe ji bo Rêber Apo di her şert û mercî de dide diyarkirin. Alîkarî Rêber Apo dike, ji bo vê bandorê têkoşînînê û hem jî girêdanên gel bandorê li ser dewleta Tirk a dagirker û qirker çêkir. Neçar ma ku vê hevdîtinê bi telefonê bide çêkirin. Berê jî min gotibû, nêzîkbûnê dewleta Tirk ji bo Rêber Apo temamî siyasî ye. Dixwaze hevdîtina bide çêkirin dixwaze nede çêkirin; çêbike jî çêneke jî siyasetekê dide kirin. Di vê de armancên xwe hene. Lazime mirov wiha fêm bike. Ji bo Rêber Apo jî ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, Rêberê gelan e. Rêberê azadî demokrasiyê ye, Rêberê pirsgirêkê mirovahiyê çareserkirinê ye. Ji bo wê Rêber Apo jî wextê ku hevdîtin çêbûn, berpirsyariyên xwe hem ji bo gelê Kurd, bo gelan bo mirovbahiyê pêk tîne. Eger şiyarî lazime, şiyar dike. Eger ku zeîfî kêmasî heye, dide diyarkirin. Eger tekoşîna wan pêşketin hene, dixwaze vê mezintir bikin. Ji bo wê Rêber Apo hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo gelên Rojhilata Navîn, hêzên demokrasî û azadiyê nêrînên xwe çi ne dibêje. rexneyên xwe pêşniyarên xwe çibin dibêje. Erkê xwe wisa pêk tîne. Her tim rêber Apo vê dibêje, yanî di bin zilim û destyhilatdariyê di bin koledariyê de kes lazim e nejî. Şerê xwe bo xwe bo azadiya demokrasiyê pêş bixe. Kes ti carî heqê kesekê nadiyê, eger ku te xwe rêxistin kir, te xwe perwerde kir, te tekoşîn kir; tu dikarî wê wextê azadî demokrasiyê pêş bixi ser bixi, weke din azadî demokrasî bi xwe bi xwe pêk nayê. Dewlet desthilat jî nabêjin, heqê we ye, ez heqê we didim we. Tim bi tekoşînê mirov dikare encam bigire. Vêya dibêj e. Di vir de eger şaş nêzîkbûn, xwe xapandin hebin, wana jî dide diyarkirin, dide famkirin. Bi vî şêwaze dixwaze erkê xwe bi cih bîne. Niha wer bi telefonê axaftinek pêk hat. Temam belkî gelê Kurd li Rêberê xwe xeberek girt, baş e. Ji ber ku vê ya dayîm ji bo xwe esas werdigire. Ji ber ku her têkiliyek çêbû. Wext pir kêm jî be, Rêber Apo ji bo wan çi pêwîst e dide. Ji bo wê jî dixwazin hevdîtin pêk bên, agahî bigirin. Lê divê ev neyê wê wateyê ku li ser Rêber Apo tecrîd ji holê rabû. Xeterî tehlîke ji holê rabû. Her kesek dewleta Tirk dizane. Dewleta Tirkiye dewletekî dijî Kurd e. Dijî hêzên demokratîk, dijî azadiyê ye. Dijî sosyalîzmê ye. Ji bo wê wê çi bikin mirov nizane. Ji bo wê lazim e gelê me şiyar be. Tim girêdayînên xwe ji bo Rêber Apo pêk bînin. Erkê xwe çawa Rêber Apo ji bo wan pêk tînin. Divê ew jî lazime pêk bînin. Li Rêberê xwe her tim xwedî derkevin. Ne bi axaftin. bi tekoşînîna xwe bi berxwedana xwe lazime xwedî lê derkevin. Gelê ku li Rêbertiya xwe xwedî dernekevin, nikarin xwedî li xwe jî derkevin. Eger ku gelê me îro dibêje ‘Bijî Rêber Apo’ bi Rêber Apo xwe bilind dike, li xwe xwedî derdikeve. Ji bo wê vê şiyarê pêş dixin. Lazime vê her ku çû xurtir bike. A ku tê xwestin ev e. Pêşiya xeteriyê wer tê girtin digire. Ne bi axaftin, divê bi têkoşîn û berxwedana xwe xwedî lê derkeve. Gelê ku xwedî li Rêberê xwe dernekeve, nikare xwedî li xwe jî derkeve. Heke îro gelê me dibêje bijî Rêber Apo, bi Rêber Apo xwe bilind dike û xwedî li Rêber Apo derdikeve. Divê vî tiştî bi xurtî bi pêş bixin, bi vî awayî pêşiya xetereyan tê girtin.

Rêber Abdullah Ocalan qala pêwîstiya yekitiya neteweyî dike, rêxistina wê jî beriya niha amadebûna xwe ya ji vê rewşê re diyar kiribû. Bi taybetî qala protokola di navbera we û PDK’ê de dike, ya di sala 1982’an de dike. We bi fermî daxuyanî dan û bal kişandin ser wê. Di vê pêvajoyê de girîngiya wê çi ye?

Rêber Apo hemû temen û jiyana xwe daye ser zanabûna gelê Kurd, perwerdehiya gelê Kurd, rêxistina gelê Kurd, azadî û demokrasiyê. Ji bo vê jî her dem ji bo yekitiya gelê Kurd xebitî. Jiyana xwe da vî tiştî. Heke îro li temamî Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê yekitiya gelê Kurd pêş ketibe û gelê me yekitiya Kurdan dixwaze, ev tişt bi têkoşîna Rêber Apo pêk hatiye. Belkî wekî prensîb hinekan ew kar kir lê esas Rêber Apo ev fikr di nav gel de ava kir. Parçebûna ku dagirkeran di navbera Kurdan de çêkiribû, da fêmkirin û rakirina wê kir armanc. Ji ber vê ruhê yekitiya neteweyî di nav Kurdan de xurt bû. Divê mirov vêya bizanibe. Texmîn dikim ku gelê me,ev tişt baş fêm kir. Serok û partiyên din ên Kurdan yekitiya Kurdan bi pêş ve nebirin, ew parçebûn ranekirin. Bi ser de parçebûna ku dagirkeran ava kiribûn ji xwe re kirin esas. Cara yekemîn Rêber Apo ew parçebûn rakir, li hemû beşên Kurdistanê têkoşîn ava kir. Gerîla da avakirin, ruhekî neteweyî çêkir. Li ser vî fikrî ruhê neteweyî xurt bû. Di nav gel de fikra yekitiya neteweyî çêbûye. Rêber Apo dixwaze di navbera partiyan de jî yekitî çêbibe. Ji ber ku îro Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin. Ev şer li Rojhilata Navîn tê meşandin û Kurd di navenda vî şerî de ne. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji bo Kurdan firsendeke mezin çêbû ku karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê di wan deman de yekitiya Kurdan çênebûbû. Kurdan nedikarî di wî şerî de ji bo xwe encaman werbigirin. Ji bo Kurdan xerab bû. A niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin, ew statuya li ser Şerê Cîhanê yê Yekemîn çêbûbû, xera bû. Ev tişt ji bo Kurdan gelekî baş bû. Ji ber ku Kurd nedihatin qebûlkirin, îmhakirina Kurdan ji xwe re kiribûn esas. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ji derfetên Şerê Cîhanê yê Yekemîn zêdetir derfet derketin holê. Dagirker jî vê dibînin û dixwazin pêşiya vî tiştî bigirin. Bi vê re hinek rewşên xetere jî çêdikin. Rêber Apo dibêje ‘Ji bo Kurdan firsendeke dîrokî çêbûye û him jî xetere heye. Ez naxwazim Kurd wekî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de têk biçin. Ji bo ku têk neçin divê yekitiya xwe ava bikin. Heke yekitiya xwe ava nekin wê dîsa têk biçin. Belkî ev têkçûna wan dijwartir be ku careke din nikaribin ser pêyan jî. Heke yekitiya xwe çêbikin wê bi ser bikevin wê gelên herêmê jî bi ser bikevin.’ Vî tiştî bi Kurdan didê fêmkirin, qaweta te ya mezin yekitiya te ye, ji vêya mezintir qaweteke te tune. Heke tu xwe ji vê qawetê mehrûm bihêlî tu yê têk biçî. Ji ber vê divê tu têk neçî, ji bo vê têdikoşî. Di şertên Îmraliyê de vî tiştî dide pêş hemû kesan.

Ez dixwazim di vir de li vê bipirsim, gerîla ji Qendîlê çûn hewara Şengalê, çûn hewara Kobanê, çûn heta Hewlêr û Mexmûrê. Sedema dorpêçandina Qendîlê û girêdayî wê şîroveya PKK û ya gerîla çi ye?

Yanî her kes bi vêya dizane, gerîla qaweta gelê Kurd e, qaweta demokrasiya azadiyê ye. Li ku derê êrîşî destkeftiyên gelê Kurd were kirin, gerîla li hemberî wî tiştî têdikoşe. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir û êrîşî Şengalê kir û êrîşî Hewlêrê kir, gerîla çû Mexmûrê jî çû Şengalê jî çû Kerkûkê jî û Başûrê Kurdistanê parastin. Rêber Apo got, em jî dibêjin li ku derê bila bibe, li dijî gelê Kurd xetereyek çêbibe, em li dijî wê xetereyê têdikoşin. Ev peywira me ya dîrokî û neteweyî ye.

Di meseleya Zînî Wertê de Rêber Apo xetereyeke mezin dît. Ji ber wê hişyariyek kir. Peywira xwe ya neteweyî û dîrokî bi cih anî. Diyar kir ku divê partiyên heyî yekitiyê ji xwe re bikin esas. Divê di navbera Kurdan de şer çênebe. Divê Kurd li dijî dijminên xwe şer bikin. Ji ber vê divê yekitiya xwe çêbikin, kongreyên xwe çêbikin, qawetên xwe yên leşkerî di bin fermandariyekê de bikin yek. Rêber Apo ev pêşniyarî kir, her kes jî pê dizane. Li Ewropa, Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojava gelê me, nivîskaran, hunermendan, rewşenbîran, siyasetmedaran,saziyên sivîl daxuyanî dan û diyar kirin ku divê li Zînî Wertê şer çênebe, em şerê di navbera Kurdan de qebûl nakin, divê yekitiya gelê Kurd pêk were. KNK ji hemû kesan re û ji me re jî nameyek şand. Li Danîmarkayê dostên Kurdan nameyek ji me re û ji PDK’ê re şandin û diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên di navbera Kurdan de em ne aram in, divê hûn yekitiyê ji xwe re bikin bingeh. Ne bi tenê gelê me, dostên gelê me jî şer naxwazin. Divê Kurd vî tiştî bibînin. Di serî de jî em, partiyên Kurd ku em dibêjin ji bo Kurdan têdikoşin, divê em vî tiştî bibînin. Ev daxwazî, daxwazên di cih de ne. Em li hemberî van daxwaziyan bi hurmet in û dixwazin pêk bînin. Ev fikra me ye, ez bi eşkere vî tiştî dibêjim. Tekane daxwaziya me ev e ku di navbera Kurdan de şer çênebe, Kurd yekitiya xwe ava bikin, Kurd dest bidin hev û li dijî dijminên xwe têbikoşin. Roj roja yekitiyê ye, tu tişt ji vêya ne pîroztir e. PDK divê meseleya Zînî Wertê taloq neke, bi derengî nexîne. Di meseleya Zînî Wertê de aloziya heyî hê ji holê ranebûye. Ev tişt wê çawa bidome, mirov baş nizane. Wê kîjan wextê di navbera Kurdan de wê şerek çêbibe, ne diyar e. Divê ev alozî roj berî rojekê bi dawî bibe. Heqê me tuneye ku em gelê Kurd têxin nav aloziyan. Madem em ji bo vî gelî têdikoşin, heqê me ev e ku em daxwaziyên wan pêk bînin. Daxwaz jî ev e ku divê ew hêz xwe ji wê derê vekişînin. Divê vegere pozîsyona berê, her hêzek biçe cihê xwe. Yên ji bo Kurdan têdikoşin divê vî tiştî ji xwe re bikin esas. Em ne li dijî kesekî ne û naxwazin bibin asteng. Em naxwazin ew jî li pêşiya yên din bibin asteng. Em naxwazin kes, sazî û partiyeke Kurd daxwazên dijmin pêk bîne û zemînê ji dijmin re ava bikin.

Rêber Abdullah Ocalan bi salan e feraseta ‘Bila biçûk be bila ya min be rexne dike’ Di nirxandinên berê de jî hene. Di hevdîtina dawîn a bi telefonê de jî dîsa dibêje. Divê ev tişt çawa were fêmkirin?

Rêber Apo ji destpêkê heta îro li dijî fikrên biçûk û fikrên basît e. Ji ber ku fikrên basît û biçûk xizmeta gelê Kurd nake, azadî û demokrasiya gelê Kurd pêş naxe, ew tişt her dem xizmeta dagirkeran dike. Ev tişt di dîrokê de jî çend caran îspat bûye. Divê mirov di vî tiştî de israr neke. Rêber Apo li dijî fikr û siyaseta biçûk û teng e. Dixwaze fikr û siyaseteke berfireh were meşandin, pratîkeke berfireh were kirin, ji ber ku ev tişt xizmetê ji gelê Kurd re dike. Çima vî tiştî dibêje? Ji ber ku dagirkeran gelê Kurd û welatê Kurdan parçe parçe kiriye. Kesên ku dibêjin ez dixwazim ji bo gelê Kurd têbikoşim, rakirina parçebûna ku dijmin çêkiriye, ji xwe re nakin esas. Ew parçebûn jixwe fikr û nêzikbûna teng û biçûk ava dike. Pirsgirêka Kurdan pirsgirêke gelekî mezin e, li dinyayê ji wê mezintir pirsgirêk tune. Bi fikrekî wisa biçûk û teng nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo wê jî em temaşe bikin, yek derdikeve û eşîretekî, olekê, mezhebekê, beşekê yan jî tenê partiya xwe ji xwe re esas digire; waye bi salane ku hizrên wisa hatine meşandin û encam negirtine. Yekemîn car fikrê Rêber Apo ew tengbûna heyî ya li Kurdistanê rakir. Ji ber wê jî çiqasî rakir ew qasî jî yekitiya Kurd pêşket. Li ser wê bingehê tekoşîn, nasname û hurmeta Kurd li cîhanê pêşket. Ew jî îspat dike ku mirov encax berfireh bifikire û nêzîk bibe dikare encamê bigire. Niha hindek tînin ziman ku Başûr ya me ye, wate ne malê hemû Kurdan e. Heta dibêjin ku filan herêm ya min e û nahêlê ku yekî din li wê derê kar bike. Ne Kurd berku dagirker ji wê yekê sûdê digire. Divê Kurdistan ji her kesî re vekirî be û her kes bikare bi azadî siyasetê bike, xwe rêxistin bike û têbikoşe. Ji xwe kê baş têbikoşe wê gel bi wê re be û alîkariya wê bike. Ne hevceye ku mirov cihekî ji xwe re destnîşan bike û desthilatiya xwe li wê derê bide rûnişkandin û ji her kesê re qedexe bike. Her wiha gel jî neçar bike ku alîkariyê bidê. Sûdekî wê yekê nîne, li cîhanê kê wisa kiribe hemûyan di dawiyê de wenda kirine. Divê Kurd ji dîroka xwe û ya cîhanê dersê derxîne û li ser wê xwe baş perwerde bikin da ku wan tengezariyan re rû bi rû nemînin. Rêber Apo ji bo wê rewşê dibêje ku ‘pêwîste Kurd di nava xwe de tifaqekî demokratîk çêbike. Her wiha divê Kurd di navbera xwe û gelên Tirk, Fars, Ereb û yên din de tifaqên xwe pêş bixe. Dema ku li ser bingehê azadî û demokrasiyê wan tifaqan pêş bixîne wê demê dikare encamê bigire. Bi şêwazekî din nikare encamê bi dest bixe’. Di esasê de Rêber Apo wan fikrên biçûk, teng û erzan rexne dike û li ser wê esasê pêşniyaran pêş dixe. dibêje ku divê em Netewa Demokratîk ji xwe re esas bigirin. Biratiyê esas bigirin. Dibe ku gelek fikir hebin, divê mirov wana red û qedexe neke. Divê mirov bi gelek gelan, sazî û rêxistinan re îtîfaqê xwe pêşbixe da ku bikare pirsgirêkê çareser bike.

Di şerê cîhanê yê sêyemîn de ku we jî anî ziman navenda wê Rojhilata Navîn û di wir de jî Kurdistan e, niha stratejiyên ku hene dixetimin, hindek dixwazin stratejiyên xwe ji nû ve plan bikin her wiha dinêrin ku yê xeta polîtîk ya sêyemîn çareseriyê pêşdixîne Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurdistanê ye. Niha di qadê de rewşa wan stratejî û hêzan çiye, hûn çawa şîrove dikin?

 

Niha li Rojhilata Navîn Emerîka û Rûsiya hene. Dibe ku çend dewletên Ewropî jî hebin lê yên esas ku li Rojhilata Navîn siyasetê dimeşînin Emerîka û Rûsiya ne. Ew jî bi temamî bercevendiyên xwe esas digirin û li ser wê bingehê siyasetê dikin. Li kêleka wan dewletên Rojhilata Navîn jî hene. Wana jî ji bo ku bikarin desthilatdariya xwe bimeşînin hewl didin û hizra tiştekî din nakin. Demokratîkbûn û tevlîkirina gel ji xwe re esas nagirin. Parvekirina derfetên heyî ya bi gel re ji xwe re esas nagirin. Tenê wê esas digirin ku desthilatiya xwe wê çawa biparêzin û bimeşînin. Ji bo wê jî zilmekî mezin li ser gelan dimeşînin. Hem yên ji derve mudaxelekirî hem jî yên li Rojhilata Navîn desthilatdarin, hemû jî tenê bercevendiyên xwe esas digirin. Eger aliyek bercevendiya xwe esas wergirê, ew ê berdewam pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî çêbike. Eger ku îro li Rojhilata Navîn ewqasî pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û leşkerî û şer hene, sedemê wê ew in. Ji ber ku bi temamî bercevendiyên xwe esas digirin. Yên ku wan pirsgirêkan çêbike nikare wana çareser bike. Ji ber ku di armanca wan de çareserkirina pirsgirêkê tineye. Ji ber ku pirsgirêk çêkirin û li ser wê jî berjevendiyên xwe meşandin heye. Yê ku gelê herêmê û biratiyê dihizire û dixwaze li Rojhilata Navîn demokrasî û azadiyê pêş bixîne û pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û leşkerî çareser bike û aşitiyê çêbike, tenê Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovatiyê paradîgmayek pêşxist. Fikrê demoratîk, Netewa Demokratîk û sîstema wê pêş xist û da destê gelan. Niha gelê herêmê ji bo wê yekê Rêber Apo dipejirîne. Çima, ji ber ku dibîne li gel Rêber Apo çareserî heye. Fikir û planên wî, stratejî û daxwaziyên wî hene. Ne dewletên herêmê û ne jî yên ji derve mudaxelekirine, plan û stratejiyekî wan ya çareseriyê tineye. Ew tenê bercevendiyên xwe dihizirin lê Rêber Apo di hizra gelan de ye, wê zanebûnê dide gelan ango wê çawa bikarin biratiyê pêş bixin û bi hevre jiyan bikin, wê çawa bikarin xwe ji zilmê rizgar bikin û azadî û demokrasiyê jiyan bikin. Ji bo wê ye ku gel li dora Rêber Apo kom dibin û wê Rêbertiyê Rêberê xwe dibînin. Kurd wê Rêberê xwe yê netewî dibîne, gelên herêmê jî wê Rêberê xwe dibînin. Ew yek bi tekoşîna Rêber Apo çêbû û çêdibe. Tu kesê ew yek çênekiriye û rastî ev e. Li herêma Rojhilata Navîn encax bi paradîgma Rêber Apo dikare ew pirsgirêkane çareser bibin. Wekî din çareser nabe. Ji xwe tu hêzekî din bername, program û stratejiyekî xwe yê wisa jî nîne.

We beriya niha jî çendîn car nirxwand lê rewşekî ku di navbera Emerîka û Rusiya de û di navbera Emerîka û Îranê de berdewam dike heye, dewleta Tirk hindek ji wê beşê û hindek jî ji beşê din tavîzan digire, lê di esasê de berê xwe dide ser qirkirina gelê Kurd. Ji wê rewşê hêz digire û berjewendiyên xwe li gorî wê dimeşîne. Hûn wê rewşê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirkiyê ne nihaye ku wê siyasetê birêve dibe, berê jî ew siyasete dimeşand û niha jî wê siyasetê dimeşîne. Ji nakokiyên dewletan sûdê digire û li ser wê diyasetê pêş dixe. Ne ji bo gelê Tirkiyê û ne jî ji bo gelên din ti carî siyaset nekiriye, ber ku ji bo dewletê kiriye. Dewlet jî dewlet netewe, faşîst û qirker e. Ji ber ku tenê dixwaze yek netewe, ol û welatekê çêbike. Hemû rojê wê yekê tînin ziman. Hemû netew û olên din ji holê radike. Ev siyaseta wan e. Ji ber ku nakokiyên heyî yên di navbera dewletan de ji xwe xwe re dike siyaset û ji bo ku li ser wê dixwaze netew dewletê xwe ava bike lewma qirkirinê esas digire. Hemû gelên Ermen, Asûrî, Sûryanî, Çerkez, Elevî, Êzidî û Kurd ji qetlîamê re derbas kir. Ew qetîlamane li ser wê siyasetê çêbûn. Niha wê siyasetê li Rojava jî dimeşîne. Di navbera Emerîka û Rûsiya de nakokî hene; ji wan nakokiyan sûdê werdigire û dikeve Sûriyê û Rojava û welatê Kurdan û Ereban dagir dike. Li wê derê dixwaze Kurdan derxîne, demografiya wê derê biguherîne, wate li Tirkiyê çi kiribe li wê derê jî heman siyasetê birêve dibe. Wê yekê li ber çavê her kesê dimeşîne. Dewletê Tirkiyê ji ber ku wê siyasetê dimeşîne lewma siyasetekî bêexlaq û qirêj birêve dibe. Di wir de tenê dewletê Tirk berpirsiyar nîne. Yên ku Tirkiyê lewaz dibînin û dixwazin ji bo bercevendiyên xwe gelek tiştan di Tirkiyê de bi dest bixin, çavê xwe ji Tirkiyê re digirin û heta hindek derfetan jî didin Tirkiyê, lewma Tirkiye wê siyasetê birêve dibe. Ji bo wê jî dewletên ku alîkariya dewleta tirkiyê dikin jî ji wê siyaseta qirêj û gemar ê qirkirinê berpirsiyarin. Tenê Tirkiye berpirsiyar dîtin ne rast e. Eger ew dewletane wê siyasetê nemeşînin û alîkariyê nedin Tirkiyê, Tirkiye nikare li wê sûd bigire û wê qirkirinê pêk bîne. Rastî ev e. Niha gelê me li dijî wê siyasetê disekîne. Gelên din jî ku wê rastiyê fêhm dikin li dijî wê siyasetê disekînin. Encax ya girîng ewe ku Kurd û hêzên demokratîk rastiya wan dewletê baş fêhm bikin ango ew dewlete ji nakokiyên dewletên din sûdê digire û li ser gelan qirkirinê pêk tîne. Divê wê yekê baş fêhm bike ku eger bikare fêhm bike dikare li dijî wê bisekîne. Ji ber ku eger ne wisa be nikare li dijî wê bisekîne. Nikare bisekîne, ji ber ku baş fêhm nekiriye lewma nikare bisekîne. Ya rast ew e.

Niha we behsa hêzên navneteweyî kir ku piştgiriya hêzên navdewletî ku dewlet alîkarî dikin. Edaleta mafê mirovan ji bo komkî biçûk tîne ziman, lê çek û pere didin hêzên dîplomasî, Ev ê wê bikare encam bigire. dîrko mirovahî dîroka şoreş û gelan heye?

Dibe ku ew dewletane çekên xwe yên mezin hene, perê xwe hene, hêz û teknîka xwe ya leşkerî hene û bikar tînin. Her wiha şerê taybet û derûnî dimeşînin ku gelan bixapînin da li dijî wan nesekînin û gel bi xwe tekoşîn neke, lê ew yek bê feyde ne. Ne pere, ne çek û ne jî teknîk nikare pêşiya azadiya gelan bigire. Îro li Rojhilata Navîn em dibînin ku dewletên herî mezin tevî ku teknîk, çek, hêz, pereyên xwe hene û bi hemû hêza xwe ketine Rojhilata Navîn lê dikin û nakin nikarin encamê bi dest bixînin. Her ku diçe gelên Rojhilata Navîn hê bêhtir şiyar dibin û hê zêdetir ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê pêş dixin û ji wê pê detir jî wê têkoşînê hê mezintir pêşbixînin. Ew ê nekaribin pêşiya wê bigirin.


Mijarên Din