Bazara Sebzeyan a Nû li Qamişloyê hate vekirin

Îro Şaredariya Gel a Qamişloyê Bazara Nû ya Sebzeyan (Bazara Gel) vekir. Armanca şaredariyê ji vekirina bazarê kêmkirina qerebalixa li naverasta bajêr e.

Şaredariya Gel a Qamişloyê Bazara Nû ya Sebzeyan li bakurê bazara kevn vekir. Tê zanîn ku bazara kevn di 8’ê Gulana derbasbûyî de ji naverasta bazara navendî ya Qamişlo ji ber qerebalixa navenda bajêr, tedbîrên ewlekariyê, nexasim piştî 10’ê Cotmeha 2019`an li bajarê Qamişloyê teqîn çêbû, veguhast.

Bazara Nû (Bazara Gel) ji bo firotina sebzeyan hatiye vekirin, tê de 125 dikan hene û piştî vekirina bazarê liv û tevgera wê baş e û gelek şêniyên Qamişloyê pêwîstiyên xwe ji sebze û meyweyan ji bazara nû dikirin. Şêniyên Qamişloyê vekirina bazara nû bi erênî nirxand.

Şêniyan, nûnerên Şaredariya Gel a Qamişloyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Yekitiya Dikandaran a Herêma Cizîrê beşdarî vekirina bazarê bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsî Xan Gulê axivî û vekirina bazara nû pîroz kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê em ji guhartinê re vekirî bin, nexasim guhartin û veguhartina ku sûdê bibe me, her wiha divê bi awayekî rêxistinî em nêzî vê gave bibin, ji ber ku me birêxistinkirina bajêr ji xwe re kiriye armanc."

Endamê Meclisa Qamişloyê Nûrî Îbrahîm diyar kir ku gava ku Şaredariya Gel û Meclisa Qamişloyê avêtiye, ji bo birêxistinkirina bajêr gaveke baş bû.

Endama Yekitiya Dikandaran a herêma Cizîrê Nûhat Betal vekirina bazarê pîroz kir û sedemên ku hiştine bazara kevn veguhêzin, parve kirin û got: "Ev gav ji bo parastina paqijiya giştî hate avêtin, her wiha da ku bajar xweşiktir bibe û pêşî li belavbûna nexweşiyan bigire."

Nûhat Betal got 112 dikan dê li dikandaran werin belavkirin û her wiha dema hevpeymamê 5 sal e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din