Bazirganan piştgiriya hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kirin

Bazirganên bajarê Hesekê teqez kirin ku ew piştgiriya hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê dikin. Her wiha  careke din diyar kirin ku ew êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û gotin her kesên kirîna kelûpelên tirkiyê teşwîq dike destê wî di rijandina xwîna sûrî heye.

Hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê bi sponseriya Zanîngeha Rojava li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê destpê kir. Hemle rastî tevlibûnek berfireh hat û heta herêmên cuda yên Cizîrê belav bû.

Bazirganên bajarê Hesekê teqez kirin ku ew êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û soza boykotkirina kelûpelên Tirkiyê yên ku zirarê digihîne herêmê dan.

Bazirganê bi navê Hisên Bedirxan got: "Wek bazirganên Hesekê em boykotkirina kelûpelên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê teşwîq dikin. Ji ber ku dewleta Tirk, dewletek terorîst e û sponserê terorê ye."

Bedirxan wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di sala 1920`an de li ser xiyanet û terorê ava bûye. Di destpêka lihevkirinê de dewlet a kurd û tirkan bû. Lê wan zulm li kurdan, ereban û ermenan kirin. Di dîroka Tirkiyê ya nû  de destê wê di xirabkirina Sûriyê de heye. Derbasî bajarê Helebê bû û tevahiya kargehên û şûwarên wê talan kirin."

Bedirxan destnîşan kir ku artêşa Tirk  a dagirker şêniyên Efrînê da koçberkirin, bajar talan kir û binesaziya wê wêran kir û wiha pê de çû: "Tirkiye li ser zarokên Xezayê didigirî. Lê ew zarokan li Efrîn û Serêkaniyê dikuje. Sûcdarê yekemîn û dawîn Erdogan û çeteyên wî Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ne."

Bedirxan diyar kir ku tevahiya çeteyan bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn û got: "Çima çeteyên çekdar ên ku ji Sûriyê derbasî Tirkiyê dibin nayên kuştin, lê şêniyê herêmê dema ji Sûriyê derbasî Tirkiyê dibe yan jî cotkerê zeviyê xwe dajo li nêzî sînor tê kuştin."

Bedirxan teqez kir ku piraniya kelûpelên Tirkiyê yên ku têne herêmê demborî ne, bazirgan dîroka wan bi yeke nû diguherin û derbasî herêmê dikin. Her kesê ku kirîna kelûpelên Tirkiyê teşwîq dikin ew tê wateya ku destê wan di rijandina xwîna sûrî de heye.

Di dawiyê de Bedirxan got: "Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em yek in. Bi tevahiya pêkhateyên xwe ve em li hember arêtşa tirk a dagirker û çeteyên wê disekinin. Li vir wek bazirganên bajarê Hesekê em ji kesê ku kelûpelên Tirkiyê dikirin dibêjin ew bi vê yekê terora wê teşwîq dikin."

Ji aliyê xwe ve bazirganê bi navê Ebdulrezaq Hemê got: "Tirkiyê terorîstan derbasî Sûriyê kir. Tevahiya terorîstên ku derbasî herêmê bûne li gel wan nasnameyên kesayetî yên tirkî hebûn. Pastportên tirkî bi wan re hatin girtin. Erdogan  lîderê DAIŞ`ê tê hesibandin. Ew destkerê sereke yê wan e."

Hemê wiha berdewam kir: "Em sedema serke ya bêdengiya dewletên ewropî û cîhanî li hember êrişên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nizanin. Li vê herêmê tevahiya pêkhate û olan ji ber êrişên bi çekên giran dê rastî qirkirinê werin."

Mihran Mihemed mîna Hemê û Bedirxan pêwîstiya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê teqez kir û got: "Wek bazirganên bajarê Hesekê em ê bi tevahiya kedên xwe li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Em ê hewl bidin aboriya Tirkiyê bi rêya boykotkirina tevahiya kelûpelên Tirkiyê bişkînin. Ji bo ku ji hikuma osmanî li ser axa xwe xilas bibin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din