‘Bêdengî, binpêkirnên Tirkiyê rewa dike‘

Rêveberê Buroya Rêxistînî ya PYD‘ê li Girê Spî Mustefa Muslim anî ziman ku bêdengiya rêjîma Şamê û civaka navdewletî rewabûnê dide Tirkiyê ku planên xwe yên dagirkirî li Sûriyê pêk bîne.

Rêveberê Buroya Rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Girê Spî Mustefa Muslim ji ajansa me re axivî. Muslim anî ziman ku armanca Tirkiyê ya destwerdana karûbarên Sûriyê, temenê aloziyê dirêj bike û ji xwe re bike hincet da ku xaka Sûriyê qut bike û tevlî Tirkiyê bike, mîna parçekirina Lîwa Îskenderon.

Mustefa Muslim destnîşan kir ku Tirkiyê dixwaze serdema faşîma Osmanî li herêmên ku 400 salan dagir kiribûn vegerine û xêrûbara herêmê talan bike, di heman demê de siyaseta xwe ya asîmîlekirinê pêk bîne.

Muslim di nava axaftinên xwe de got "Hemû dewletan mafê gelê bindest paşguh kirin, xeta şoreşê guhertin û bi lihevkirinên siyasî di civînên Sochi, Astanayê de ku Rûsya, Tirkiyê û Îranê ji bo berjewendiyên xwe yê mêtîngerî pêk di anîn, şoreş firotin. Gelê Efrînê jî bû qurbaniyên van lihevkirinan."

Mustefa Muslim destnîşan kir ku Tirkiyê hemû komên cîhadîst hewandin û destek dane wan da ku planên xweyên dagirkirî û koçberkirina niştecihên resen û guhertina demografiya herêmê pêk bîne û wiha domand: "Efrînê veguherandin navenda terorê û çeteyên xwe yên cîhadist, niha jî dîwar li Efrînê lêdike da ku tevlî Tirkiyê bike."

Girêdayî herêma ewle ya ku Tirkiyê dixwaze li herêmê ava bike, Mustefa Muslim ev tişt got: "Dewleta Tirk ne wekî ku îdîa dike, dixwaze ewlehiya herêmê  pêk were, lê em berovajî vê yekê dibînin, Tirkiyê dewleteke dagirker e, heger baskên xwe ji Sûriyê vekşîne, em nikarin pê re diyalogan bikin. Ew jî ji hêla xwe ve divê rêzê ji dewletên cîran re bigire."

ANHA


Mijarên Din