Bi dehan rûspiyên eşîran û oldarên navçeyên Dêrik, Til Koçer, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Qamişloyê li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Şehîd Bawer a navçeya Dêrikê kom bûn û daxuyanî da.
Ji rûspiyên navçeya Dêrikê Sînan Ehmed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan û navendên xizmetguzariyê û cihên olî hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker “şanoya teqîna li Stenbolê” afirand da ku destkeftiyên Şoreşa 19ʹê Tîrmehê têk bibe.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk israra gel a hevgirtinê û kombûna li derdora QSDʹê lawaz nake.
Eşîr û oldarên kantona Qamişloyê bêdengiya navneteweyî, bi taybet bêdengiya dewletên îslamî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker rexne kir.
(bb)
ANHA