Bêdengiya navdewletî û herêmî qutkirina Efrînê ji Sûriyê misoger dike

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bimpêkirinan didomîne. Li gel binpêkirinan jî lêkirina dîwarê parçekirinê didomîne. Şêniyên Efrînê yên ku dewleta Tirk ew bi zorê dane koçber kirin wiha gotin: “Dewleta Tirk van binpêkirinan li ber çavê hemû cîhanê dike.”

Dewleta Tirk a dagirker lêkirina dîwarê parçekirinê yê ku li Efrînê berdewam dike. Dewleta dagirker hewl dide dîwarê parçekirinê ji gundê Cilbirê ber bi gundê Basilê ve başûrrojavayê gund bi 3 km bighîne dîwarê ku li gundê Kîmarê, lêdike.

Dagirkeriya Tirk di 8`ê Nîsanê de dîwarên ji çîmento ku berê amadekirî neqlî dora gundê Cilbirê, Kîmar û Miryemînê li başûrrojhilatê Efrînê kir. Da ku piştre dîwarekî mîna ku di dirêjahiya sînorên xwe bi Efrînê re di sala 2015`an de ava kiriye, ava bike.

Gundê Cilibrê ji ber plana Tirkiyê gelek wêran bûye. Dagirkeriyê 20 malên sivîlan tevî cihên giştî hilweşandin û gund dabeşî du beşan kir. Dagirkerî dîwarê parçekirinê li navenda gund lêkir û nuqteyên xwe danîn.

Li hember siyaseta Tirkiyê civaka navdewletî bê deng e. Li gel ku Tirkiye yekitî û serdestiya Sûriyê bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê binpê dike.

Şêniyên Efrînê dibêjin ku lêkirina dîwar û parçekirina Efrînê dikeve xizmeta berjewendiyên dewletên cîhanî, ji ber wê bêdeng in.

Ajansa me serdana nuqteya ku nêzî dîwar li gundên Tinib û Soxinekê kir. Girêdayî lêkirina dîwarê parçekirinê û hilweşandina malên sivîlan li gundê Cilbirê, raporek amade kir.

Şêniyê bi navê Emîn Arêf ji şêniyên gundê Basilê yê navçeya Şêrawayê ye û niha li gundê Aqîbê dimîne. Arêf mîna gelek sivîlan di gundên ku tenê bi çend kîlometreyan ji gundên wan dûr in dimîne û nikare biçe gundê xwe.

Arêf dibêje ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ew koçber kirin û cîhan hemû jî vê tiştê baş dizane.

Arêf wiha domand: "Niha dîwarê lêdike, hilberîn û zeviyên zeytûnê dişewitîne. Dagirkeran hezar darên min ên zeytûnê şewitandin. Niha ez li gundê Aqîbê dimînim, ê ku bi 3 km ji gundê min dûr e. Tenê li gund temaşe dikim û nikarin biçim wir."

Şêniyê bi navê Cuma Felah ji şêniyên gundê Aqîbê ye got: "Gelek komplo li dijî me têne kirin. Dibêjin Kurd parçebûnê dixwazin."

Felah wiha pêde çû: "Lê yê ku niha Sûriyê parçe dike kî ye? Efrînê bi hezaran şêniyên Sûriyê hembêz dikir. Şêniyan bi hev re jiyan dikir. Efrîn wek bajarê aştiyê dihat naskirin. "

Felah hevkariya ENKS’ê bi dagirkeriya Tirk re rexne kir û got: "Bi alîkariya ENKS’ê bi sedan sivîl hatin revandin û kuştin."

Şêniyê bi navê Umer Emîn got dagirkeriya Tirk li Efrînê malên sivîlan talan dike, sivîlan direvîne, fîdyayan dixwaze û kesên nikarin bidin dikuje.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din