‘Bêdengiya navneteweyî kiryarên Tirkiyê rewa dike’

Di axaftinên di bin konê çalakiyê yê bajarê Helebê de hate teqezkirin ku Tirkiye bi destûrdayîna serdana parêzerên Ocalan ji muwekîlê xwe re, nikare gel bixapîne û hate gotin ku greva birçîbûnê hebûna wan bi dawî nake lê belê bêdengiya navneteweyî kiryarên Tirkiyê rewa dike.

Di roja sêyemîn a çalakiya Kongreya Star a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de, gelek axaftin hatin kirin û hate teqezkirin ku ew ê têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna jiyana azad û birûmet dewam bikin. Konê çalakiyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li rojavayê taxê hate vedan.

Îro endamên Şaredariya Gel û endamên PYD`ê serdana kon kir.

Endama Kongreya Star Raperîn Cûdî axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.

Têkildarî serdana dawîn a parêzerên Ocalan, Raperîn got ev lîstokek e û AKP dixwaze gel pê bixapîne û bi vê yekê jî dengvedana çalakiyên greva birçîbûnê li cîhanê kêm bike û rê li pêşiya armanca greva birçîbûnê bigire.

Raperîn di dawiyê de wiha got: “Greva birçîbûnê hebûna me bi dawî nake, lê bêdengî me dikuje, lewre divê em çalakiyên xwe dewam bikin.”

Endamê PYD`ê Îsa Mustefa û endama Şaredariya Gel Yasîmin Seydo jî axivîn û bal kişand ser piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê.

Piştî axaftinan, der barê gotinên Ocalan ên li ser şoreşê de sinevîzyonek hate pêşkêşkirin. Her wiha dîmenên çalakgerên greva birçîbûnê yên derve û hundirê zindanan de hate pêşandan.

Çalakiya Kongreya Star ku 5’ê Gulanê dest pê kir, wê heta 12`ê Gulanê dewam bike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din