′Bêdengiya navneteweyî rê da Tirkiyê ku sûcan li dijî sivîlan pêk bîne′

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê diyar kir ku sûc, binpêkirin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkerî yên bakurê Sûriyê, hemû pîvanên mirovahiyê û qanûnên navneteweyî binpê dike. Li hemberî wê yekê rêxistinên mirovî bêdengiya xwe diparêzin.

Têkildarî siyaseta dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê, ajansa nûçeyan a Hawarê hevpeyvînek bi Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehba Mihemed Reşîd re, çêkir. Mihemed Reşîd wiha got: "Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide çavnebariyên dewleta Osmanî ya têkçûyî, vegerîne. Her wiha rêbazên nû bi kar tîne da ku hejmareke mezin ji çeteyên Sûriyê kom bike û bi rêya wan planên xwe pêk bîne."

Reşîd tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta tirkkirinê li herêmên dagirkirî dimeşîne, nexasim li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Her wiha şêwazekî nû ji bo guhertina herêmê ji aliyê çandî, siyasî, aborî û civakî ve, bi kar tîne.

Reşîd wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide herêmê bike herêmeke tirkî û demografiya wê biguherîne. Ji bo wê yekê, nasnameyên tirkî dide sivîlan, ala Tirkiyê li jor sazî û dibistanan bilind dike, materyalên xwe dide fêrkirin, bacan ferz dike û bi rêya îstixbaratê (MÎT) şêniyan direvîne."

Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide zihniyeta xwe  ku netewa Tirk serweriya hemû gelên herêmê dike, ferz bike. Ji ber wê em dibînin ku siyaseta tê meşdandin, berê jî hatiye meşandin ku hemû derfetên aborî û mirovî dike xizmeta netewa Tirk. Her wiha em dibînin ku çeteyan dişîne herêmên şer wekî Lîbya û Azerbêcanê.

Reşîd wiha pê de çû: "Siyaseta AKP`ê dê bi bin bikeve. Siyaseta Tirkiyê di serî da zirar da gelê Tirkiyê û aboriya xwe. Êdî tevlîhevî li herêmên Sûriyê ku Tirkiyê dagir kiriye, belav dibe."

Her wiha daxuyand ku dewleta Tirk dê bibe sedema dirêjkirina aloziya Sûriyê û aloziya herêmê. Dewleta Tirk dê di dîtina çareseriyeke guncew ji bo civaka navneteweyî bi giştî û civaka herêmî bi taybet, ne xwedî rol be.

NIYETÊN TIRKIYÊ YÊN DAGIRKERIYÊ DEMA KU BI BEHANEYA ŞERÊ TERORÊ DERBASÎ BAKURÊ SÛRIYÊ BÛ, XUYA BÛN

Mihemed Reşîd piştrast kir ku dewleta Tirk gelek doz bi kar anî û bi behaneya şerê çeteyên DAIŞ`ê, bingeha dagirkirina herêmên Sûriyê danî. Reşîd got: "Lê belê rastiya li ser erdê berevajî vê yekê nîşan dide. Ew bi behaneya şerê terorê hewl dide pêkhateyên herêmê ji hev dûr bixe û bike dijminê hev. Bi navê têkoşîna terorê dewleta Tirk ajandeyên xwe pêk tîne û herêman dagir dike. Raporên NY`yî destnîşan dikin ku Tirkiye koorîdoreke bi ewle ya derbasbûna terorîstan ji bo Sûriyê ye."

Reşîd wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk dixwaze sivîlên herêmê wekî turkmenên resen nîşan bide û ji wan re belgeyên sexte amade dike. Ew hewl dide herêmê tev li xaka Tirkiyê bike û mîsaqî millî yê kevin ku ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê heta Iraqê digire nava xwe, pêk bîne û desthilata Osmanî li ser hesabê gelan berfireh bike."

Mihemed Reşîd destnîşan kir ku Dewleta Tirk komên çeteyan ji bo ajandeyên xwe bi kar anî û ji bo şer şandin Lîbya û Azerbêcanê da ku ewlehiya wan dewletan têk bibe û serweriyê lê bike.

Binpêkirinên li herêmên dagirkirî li pêş çavên civaka navneteweyî pêk tên

Reşîd girêdayî binpêkirinên ku li gel bêdengiya navneteweyî pêk tên, wiha got: "Civaka navneteweyî êdî berjewendiyan diparêze û mafên mirovan naparêze. Civaka navneteweyî li hemberî zêdegaviyên dermirovî yên dewleta Tirk li dijî pêkhateyên gelê Sûriyê pêk tîne, bêdeng e."

Reşîd wiha dirêjî da axaftina xwe: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, pîvanên mirovî û hiqûqî li bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî binpê kir. Komên mafya yên girêdayî Tirkiyê, serweriya Idlibê dikin. Demograftiya Efrînê ji ber paşguhkirina civaka navneteweyî, NY`yî û rêxistinên mafên mirovan tê guhertin. Bi wê yekê rê dan dewleta Tirk ku van kiryaran pêk bîne û xêr û bêrên herêmê bidize û talan bike. Tirkiye ji vê bêdengiyê sûdê digire û kiryarên xwe yên dijminahiyê û mêtîngeriyê dewam dike."

(cx)

ANHA


Mijarên Din