Bêdengiyek li “herêma bêçek” rû dide

Li herêmên bi navê "kêmkirina şer" ku ji bakurê rojhilatê çiyayên Laziqiyê heta derdora bakurê rojavayê bajarê Helebê heta gundewarên Hema û Idlibê bêdengiyek rû dide, di demekê de ku rejîm û çete topan diavêjin başûrê Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku bêdengiyek li herêmên qaşo bêçek li gorî hevpeymana Pûtîn û Erdogan rû dide, her wiha balafirên rejîmê û Rûsyayê ji roja şemiya 31`ê Tebaxê ve li vê herêmê nagerin.

Navendê diyar kir ku di bêdengiyê de hêzên rejîmê û komên çete yên li herêmê topan diavêjin ku gelek topên ku hêzên rejîmê piştî şeva yekşem û duşemê avêtin, li eniyên Temana, Hîş, Has, Kefersecnê, Kekaya û Mera Hermê li başûrê gundewarên Idlibê hatin xwarê, her wiha çalakvanên Navenda Çavdêriyê gelek balafirên keşfê li asîmanên gundewarên başûr û rojavayê Helebê ya nêzî rêya Şam û Helebê û herêma sînor li gundewarên Idlibê geriyan, belge kirin.

Navendê duh belav kir ku hêzên rejîmê hevpeymana rawestandina şer binpê kir û bi dehan topan “herêma bêçek" topbaran kir, hêzê gundewarên başûr û rojavayê Idlibê yên nêzî eniyên gundewarên Laziqiyê kirin hedefa xwe.

Beriya niha hêzên rejîmê agirbesta ku dirêj nekir, bi dawî kir, her wiha êrîşên xwe li ser Idlibê û derdora wê dest pê kir û Tirkiye tawanbar kir ku komên terorê tev bigerîne, rejîmê 66 gund, di nav de bajarê Xan Şêxûn û Morek, kontrol kirin.

(jo)


Mijarên Din