Bedir El-dîn Elî: Em bi têkçûna DAIŞ’ê keyfxweşin

Wezîr Erekdar û Nûnerê Wezîrê Karê Derve yê Sûdanê Bedir El-dîn Elî got ew bi têkçûna DAIŞ`ê kêfxweş in. Her wiha destnîşan kir ku Sûdan ji xeteriya terora DAIŞ`ê ne dûr e.

Ajansa me hevdîtinek taybet li gel Wezîr Erekdar û Nûnerê Wezîrê Karê Derve yê Sûdanê Bedir El-dîn Elî re çêkir. Ev nêzî 20 rojan e ku Elî li herêmên Rêveberiya Xweser e, da ku zarokên sûdanî yên ku malbatên wan DAIŞ in werbigre.

Elî di destpêka axaftina xwe de pesna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Em di nav herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de geriyan û me serdana Desteya Derve kir. Hemû bi danûstandinên xwe bi me re baş bûn. Me rewş bi çavên xwe dît."

Girêdayî aloziya Sûriyê Elî got: "Wek dîplomasiyek kevn li herêmê, ez dibêjin Sûriye û Sûdan yek in."

Bedir El-Dîn Elî destnîşan kir ku Sûdanê jî li dijî terorê ye, şerê wê dike û wiha domand: "DAIŞ`ê li Lîbya û dewletên Afrîqayê yên cîranê me jî hene. Em bi têkçûna DAIŞ`ê li Sûriyê kêfxweş in."

(şx)

ANHA


Mijarên Din