Bedirxan Etê: Lêkirina dîwarê li Efrînê ne li gorî zagonên navneteweyî ye

Parêzer Bedirxan Etê diyar kir ku lêkirina dîwarê li Efrînê tê wateya parçekirina axa Sûriyê, lê li hemberî vê rejîma Sûriyê heta niha bê deng maye.

Dewleta Tirk a dagirker di 18`yê Adara 2018’an de herêma Efrînê dagir kir,  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, rojane kiryarên hovane ji dizîn, revandin, kuştin û guhertina demografîk di der heqê gelê Efrînê de pêk tînin. Herî dawî dîwarê qutkirina Efrînê lêdike û dixwaze serdama Osmanî ji nû ve vegerîne.

Der barê mijarê de yek ji parêzerên bajarê Kobanê Bedirxan Etê diyar kir ku parçekirina dîwarê Efrînê qutkirina ji axa Sûriyê û rêbaza lêkirina dîwarê di hundirê Sûriyê de ne li gorî zagonên navneteweyî ye, lê li hember wê cîhan bê deng maye.

`Tirkiye çeteyan perwerde dike`

Etê wiha axivî: "Di destpêka şoreşa Sûriyê de, hin hêz bi navê “Artêşa Azad” li dijî hikumeta Sûriyê rabûn, da ku di Sûriyê de wekheviyê û edaletê çêkin, lê ew hêz îro li Efrînê bi artêşa Tirk a dagirker re axa Sûriyê ji hev qut dikin. Artêşa Azad hevkariya Tirkiyê dike, endamên wan li Tirkiyê perwerde dibin û li ber bi Sûriyê ve dişîne. Ji bo vê ew kesên li Tirkiyê perwerde bûne, destekê didin Tirkiyê û bi wan re berjewendiyên xwe li hev parve dikin."

`Lêkirina dîwarê li Efrînê ne li gorî zagonên navneteweyî ye`

Berdirxan Etê bal kişand ser lêkirina dîwarên Efrînê û wiha domand: "Dîwarê ku Tirkiyê li Efrînê lêdike li gorî zagonên navneteweyî nayê qebûlkirin, lê armanca  Tirkiyê ew e ku ji berhemên li herêmê  sûdê wergire û desthilatdariya xwe li ser hemû pêkhateyên Sûriyê bimeşîne, sîstema Osmanî li ser gelê herêmê ferz bike û dixwaze Sûriyê bi temamî dagir bike."

Etê teqez kir ku dîwarê li Efrînê tê lêkirin, tê wateya parçekirina axa Sûriyê û wiha anî ziman: "Ev salek di ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Efrînê re derbas bû, Efrîn beşek ji axa Sûriyê ye. Lê li hember vê rejîma Sûriyê bê deng maye û tu bertek ji bo dagirkirina Efrînê nîşan nedane. Ev tê wateya lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku ji bo berjewendiyên xwe heta niha bê deng mane."

`Divê civaka navneteweyî Tirkiyê bisekinîne`

Bedirxan Etê di dawiya axaftina xwe bang li civaka navneteweyî kir û wiha got: "Tirkiye roj bi roj gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û tu mafê xwe tune ye axa Sûriyê dagir bike. Di heman demê de dagirkirina axa li ser Efrînê, heta niha tu çareserî jê re nehatiye dîtin û ew kesên ku navê mafên mirovan li xwe dikin, divê xwedî li gel û axa Efrînê ya dagirkirî derkevin."

ANHA


Mijarên Din