Bedran Çiya Kurd sedemên aloziya xizmetguzarî eşkere kirin

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sedemên aloziya xizmetguzarî ku herêmên Rêveberiya Xweser tê re derbas dibin, eşkere kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd der barê paşdeketina rewşên xizmetguzarî mîna qutbûna kehrebeyê, avê û nan li hindek herêmên Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe dixebite da ku çareserî û altirnatîfan peyda bike ji bo pêşxistina ber bi başbûnê ve bibîne, lê rewşên zehmet bandorê bi awayekî yekser li çawaniya pêşkêşkirina xizmetên sereke bi şêwazeke guncaw ji welatiyan re, dike. Ji ber wê jî di hindek pêvajoyan de aloziyên di aliyê xizmetguzarî de bi awayekî demkî zêde dibin. Ev jî ji ber rewşên ku Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser bi giştî tê re derbas dibin. Ji ber ew rastî zehmetiyên mezin û kiriyarên bi zanebûn tên û armanc jê ku tecrûbeya baş bin bixin û gelek alî hene van rewşan keysbaz dikin.

Ev ne rewabkirina kêmasiyan e, lê belê derbaskirina wan pirsgirêkan e ku welatî temenê wê dide. Divê bare rêveberiyê giran nekin. Lê belê divê bi hev re kar bikin, rexneyên erênî bikin, altirnatîfên guncaw deynin, li hember pirsgirêk û şaştiyan berpirsiyar bin. Her wiha divê li gorî salên çûyî tiştên windabûne nexin stûyê Rêveberiya Xweser. Stratejiyên Rêveberiya Xweser hene ku li gorî garantiya ewlehiya aborî dike, her tişt baş ji şêniyên xwe re pêşkêş dike. Ev berpirsiyartiya wê ku xizmeta şêniyan bike. Her wiha hewl dide nêzî 500 ton genim ji bo pêdiviya 2 salan, depo bike. Ji ber encamên neyênî yên qanûna Qeyser dinase, da ku piştevaniya beşa xizmetguzarî û debarê bike û niha jî li hember pandemiya Koronavîrusê ye. Bi hêzên xwe hê jî şerê terora cîhanî bi her cûreyî dike. Ji bo qutbûna avê di rewşeke awarte de ye ku vê pirsgirêka jiyanî derbas bike û xebata dîplomasî ji bo fişarkirina li ser Tirkiyê dike ku tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî hemûyan bin pê dike û ava stasyona Elokê qut dike û herikîna çemê Firatê jî kêm kiriye. Her wiha bi qutkirina ava Firatê re bandora mezin hem li şêniyan hem li avdana zevî hem jî dayîna kehrebeyê dike.

Derê barê kêmbûna nan de ku sedema wê keysbazî, sekinandina firneyên taybet û keysbazkirina wê ji aloziyê re da ku welatiyan neçar bike ku pereyên zêde bide. Ji ber wê jî divê gelê me hemû zanibe ji vê madeya lojistîkî di vê çarçoveyê dê qut nebin. Lê Rêveberiya Xweser xebatê xwe didomîne û dê derfet nede tu kesî ku qûtê gelê me keysbaz bike. Her wiha pêwendiyên bi aliyên derve û rêxitinên navneteweyî re didome da ku alîkariyê li ser asta mirovî û aborî pêşkêş bikin. 

Bila gelê me di vî alî de rexneyên erênî bikin. Ev jî mafek e. Ji ber çend sal in gelê me ji bo şoreşa demokratîk tê dikoşe û heta niha têkoşîna wî didome. Lê di heman demê de berpirsên peydakirina pêwîstiyên gel ên xizmetguzarî, jiyanî, kar, pêkanîna xwestekên wan di demokratîk û wekheviyê de ne. Divê baweriya me bi rêveberiya ku li hember hemû planan sekinî û li ber xwe da, hebe. Rêveberî dê li hember rewşên awarte yên ku derdikevin, têk neçe. Divê hemû kesên ku nûnertiya civakê dikin ji nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan berpirsiyariya şîrovekirina vê rewşê bigirin ser xwe û divê em nekevin xefkên şerê taybet ku bi hemû hêza xwe hewl didin destkeftiyên gel têk bibin."

(bx-fr)

ANHA


Mijarên Din