​​​​​​​Bedran Hemo: Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya Pêngava 15`ê Tebaxê li ber xwe dide

Hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Bedran Hemo anî ziman ku berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre bingehê xweparastinê ku Pêngava 15`ê Tebaxê zemînê wê ava kir.

Têkildarî salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê ku fermandarê nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) fîşeka yekemîn li dijî artêşa Tirk a dagirker avêt, hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê Bedran Hemo ji ajansa me re axivî.

Hemo diyar kir ku bi ruhê Pêngava 15`ê Tebaxê li her çar parçeyên Kurdistanê tirs şikand, ji ber ku fîşeka yekemîn a ku şehîd Egîd avêtiye bandorek mezin li Kurdan kir û ruhê têkoşînê yê gelê Kurd vejand.

'PÊNGAVA 15`Ê TEBAXÊ JI BO GEL ROJA VEJÎNÊ BÛ'

Bedran Hemo destnîşan kir ku roj 15`ê Tebaxê ji gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd re roja vejînê bû û wiha dewam kir: "Ji komeke biçûk a bi fermandariya şehîd Egîd, artêşek ji ciwanên Kurd, Ereb û Tirkmenan hate avakirin û îro li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin."

Hemo anî ziman ku berxwedana li Zap, Avaşîn û Metînayê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker ji beriya 4 mehan ve bi ruhê fermandar Egîd dewam dike û tekez kir ku wê berxwedana gerîla bi ser bikeve û dewleta Tirk li Kurdistanê bişkîne.

ŞOREŞA ROJAVA BI RUHÊ 15`Ê TEBAXÊ DEST PÊ KIR

Der barê bandora Pêngava 15`ê Tebaxê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, Hemo ev nirxandin kir: "Şoreşa Rojava bi ruhê Pêngava 15`ê Tebaxê dest pê kir. Di vê şoreşê de gelên herêmê hêzên xwe ya YPG/ YPJ`ê û QSD`ê ava kir û bi saya berdêlên şehîdên azadiyê hebûna xwe îsbat kir."

Hemo da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi saya Pêngava 15`ê Tebaxê û fikrê rêber Abdullah Ocalan li hemberî artêşa Tirk a dagikrer li ber xwe dide û wiha dewam kir: "Bi vî ruhî me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û herêm rizgar kirin. Her wiha me ji cîhanê tevde re îsbat kir ku li Rojhilata Navîn em xurttirîn hêz in, ji ber ku tu kesî li herêmê nikarî şerê DAIŞ bike."

Hemo diyar kir ku îro hemû dewlet li ser hedefgirtina gelê ku ji bo mirovahiyê û biratiyê şer kiriye, li hev dikin û wiha pê de çû: "Vî gelî li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî parastina herêmên xwe ji êrişên artêşa Tirk kir. Li ser vê bingehê dê gel bi ser bikeve û plan û siyaseta dagirekriya Tirk ya li dijî herêmê pûç bike."

Hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo ya taxa Şêxmeqsûd Bedran Hemo bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtina xwe xurt bikin û destekê bidin hêzên xwe.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) sala Pêngava 15`ê Tebaxa 1984`an ji bo tolhildana şehîdên Zindana Amedê (Mihemed Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Mazlûm Dogan) yên ku sala 1982`an li dijî kiryarên dewleta Tirk a faşîst çalakiyên fedayane pêk anîn, da destpêkirin.

Ev pêngav wekî destpêka şerê çekdarî yê PKK`ê tê hesibandin.

Gelek kes Pêngava 15`ê Tebaxê wek fîşeka yekemîn a li eniya faşîzmê û şikandina tirsa ji hêzên mêtingerên Kurdistanê, bi nav dikin. Di heman demê de ev pêngav bû bingeha pêşxistina zemîna xweparastinê li nav gelê Kurd.

(eh)

ANHA


Mijarên Din