Bedran Hemo: Fikirê Rêbertî çareseriya tevahiya aloziyan e

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê ê Helebê Bedran Hemo got: “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê, çareseriya tevahiya aloziyên Rojhilata Navîn e. Armanca tecrîdê dirêjkirina aloziya Rojhilata Navîn e.”

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî ya li ser Rêber Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Hevdîtinên malbatê û parêzeran qedexe dikin.

Piştî rûdana şewatekê li girava Îmarliyê cihê dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, zextên mezin rastî desthilatên Tirkiyê hatin. Her wiha bi sedan çalakiyên şermezarkirina binpêkirinên dewletaTirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin orgAnîzekirin. Di encamê de Tirkiyê destûra serdaneke kurt da.

Di wê serdanê de û axaftina Rêber Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re, nîşaneyên çareserkirina pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn diyar bûn.

Têkildarî armanca Tirkiyê ji girankirina tecrîdê û rola Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina aloziyan de, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk ê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Bedran Hemo ji ANHA`yê re axivî.

Bedran Hemo di destpêkê de got: "Dewleta Tirk bi rêya tecrîdê Serok ji aliyê bedenî ve ji gel dûr xist, lê fikrê wî di nav gelê Kurd de belav bûye û nikare fikrê wî tune bike."

Hemo destnîşan kir ku Tirkiye ji girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan armanc dike ku gel ji fikre Rêbertî dûrxîne û got: "Ji gelê me tê xwestin, liberxwebide û bi giyana têkoşîne bixebite da ku tecrîdê bişkîne. Ji ber ku Tirkiyê bi rêya berdewamkirina tecrîdê dixwaze aloziyên Rojhilata Navîn bidomin."

Hemo di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd bi saya têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hebûna xwe îsbat kir û wiha domand: "Ruxmî girankirina tecrîda li Îmraliyê, lê Serokê projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir. Tirkiye ji vê projeyê ditire. Ji ber ku tevahiya gelên bi hev re dijîn, ev jî ne ji berjewendiyên wê ne. Bi vîna van gelan dê siyaseta wê ya faşîst têk biçe û dê tecrîd were şikandin."

Her wiha Hemo diyar kir ku tevahiya dewletên kapîtalîzmê baş dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriyê li Rojhilata Navîn e û got: "Divê wek gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên herêmê, em xwedî li vê fikrê derkevin û tecrîdê bi dawî bikin. Em li ser vê felsefeyê kar bikin da ku li herêmên xwe em bigihêjin çarseriyê, ewlehiyê û jiyana hevbeş."

Hemo di dawiyê de wiha got: “Me bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan destpê kir. Em ê bi fikrê wî bi ser kevin û rizgar bibin. Azadiya Rêbertî azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e, bi taybet gelê Kurd."

(şx)

ANHA


Mijarên Din