Bedredîn Elî: Rêveberiya Xweser gavek mirovî avêt

Wezîrê Erkdar  û Nûnerê Wezîrê Karê  Derve yê Sûdanê Bedredîn Elî ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye got ku Rêveberiya Xweser gavek avêt û zarokên Sûdanê radest kirin. Bedredîn got ev gav peywendiyên mirovî û zanebûna kesên li ser xebatê disekin e diyar dike.

Desteya Karê Derve di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Wezîrê Erkdar û Nûnerê Wezîrê Derve yê Sûdanê Bedredîn Elî, 5 zarokên ji malbatên DAIŞ`ê ku malbatên wan tune ne, radestî hikumeta Sûdanê kirin.

Li ser awayê radestkirinê, ANHA hevdîtineke taybet bi Bedredîn Elî re çêkir. Elî teqez kir ku ev 20 roje li herêmên Rêveberiya Xweser e û wiha got: "Min peywendiyeke baş û rêveberiyeke baş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît."

Bedredîn destnîşan kir ku ew li herêmên Rêveberiya Xweser li gelek kamp û zindanên ku çeteyên DAIŞ`ê lê ne geriyan û wiha got: "Min gelek welatiyên Sûdanê ji zarok, jin û ciwan dîtin, em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku rê dan em hevdîtinê bi Sûdaniyan re çêbikin."

Bedredîn diyar kir, gava ku Rêveberiya Xweser avêt zanebûna rast a kesên xebatê dimeşînin û lêborîna li gel wan dide xuya kirin. Bedredîn got tevî şerên li herêmê û hebûna DAIŞ`ê ji hemû nasnameyan, ev gaveke rast e.

Her wiha Bedredîn destnîşan kir ku erka wan erkeke mirovî di pileya yekemîn de ye, armanca wan radestkirina zarokên ku malbata xwe wenda kirin ji desteya derve re ye.

Bedredîn Elî teqez kir ku xebata wan a wergirtina welatiyên Sûdanê dewam dike û got: "Erka ku meclisa leşkerî ya Sûdanê da me, wergirina hemû welatiyên Sûdanê ye."

(jo)

ANHA


Mijarên Din