‘Behsa lihvkirinên agirbestê dikin, lê êriş ranewestiyane‘

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Hemîs dagirkeriya dewleta Tir a li ser xaka Sûriyê red kirin û gotin:`` Dewletên bi nakok di Sûriyê de qala agirbestê dikin, lê tu agirbest pêk nehatiye û êriş berdewam in.‘‘

Artêşa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser xaka Sûriyê berdewam dike, sivîlan armanc dike û der heqê wan de sûc û komkujiyan pêk tîne. Li hember vêl yekê nerazîbûna gel berdewam e.

Şêx û rûspiyên  Ereb ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo bertekên xwe yên li hemberî dagirkeriyê nîşan dan û bang li civaka navdewletî kirin ku ji bêdengiya xwe derkeve û sûcên dagirkeran li xaka Sûriyê bi dawî bikin.

Ji pûspiyên êla El-Amûd a qebîleya Şemer a Ereb, Etîye El-Mizel got, ew êlên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriyeke nû ya Osmanî li ser xaka xwe red dikin.

El-Mizel anî ziman ku artêşa dewleta Tirk a dagirker kiryarên ne mirovî pêk tîne, sivîlan topbaran dike, çekên qedexekirî bikarî tîne, bi wê yekê dixwaze gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike.

Rûspiyê êla El- Benî, Sebi Ehmed Dîhman ê ji gundê Meslose got, binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan karekî dijminane ye, ji ber sivîl têne qetilkirin û koçberkirin.

Dîhman wiha domand ‘‘Dewletên bi navok ên di Sûriyê de qala lihevkirina agirbestê dikin, lê ev agirbest pêk nehatiye, hîna welatiyan dikujin, mal û milkên wan talan dikin û ji xaka wan derdixin, tevahiya cîhanê jî li hemberî qetilkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng e‘‘

Dehîman da zanîn ku:``Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, guhertina demografî ya herêmê ye. Em bang li dewletan hemûyan dikin bila êrişên dagikeriyê yên li ser gelê Sûriyê û tavahî xaka wê rawestînin.``

Di dawiya axaftina xwe de Dehîman dipirse`` Kanî rêxistinên mafê mirovan ku li hemberî van binpêkirin, qetilkirina zarok û sivîlan ji aliyê terorîstan ve  bê dengin?``

(rr)

ANHA


Mijarên Din