Bekir Hec Îsa li ser girtina dergehan got: Siyaseta birçîkirinê ye

Bekir Hec Îsa diyar kir ku girtina dergehan aloziya Sûriyê kûrtir dike û çareserî di destûreke nû de ye ku tevahî pêkhate di bin banê yek welatî de bi azadî bijîn.

Hikumeta Şamê ji nêzî 20 rojane ve dergehên bi herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girtine û wê jî hêrsa şêniyan rakir.

‛KIRYAREKE LAWAZAN E’

Girêdayî mijarê, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa got girtina dergehan û ferzkirina dorpêçê kiryareke lawazan e û îsbat dike ku li gel wan çareserî ji pirsgirêkan re tune ye.

Sê dergehên sereke ku herêmên Rêveberiya Xweser û bi herêmên hikumeta Şamê ve girê didin, ev in; dergeha Tayha li rojavayê Minbicê, dergeha Tebqa li gundewarê rojhilatê Reqayê û dergeha Ekrêşî li gundewarê başûrê Reqayê ye.

Hec Îsa wiha got: "Piştî 10 salan ji koçberî, dizîn û talankirinê tu çareyeke siyasî ji krîzê re nehat dîtin. Ev jî nîşan dide ku li gel hikumeta Şamê tu çareseriya siyasî ji krîza li welat re tune ye."

Hec Îsa wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hikumeta Şamê bi tevahî rêbazan şerê gelê Sûriyê dike, bermîlên teqemenî li dijî wan bi kar tîne, sivîlan digirin û şerê taybet li dijî şêniyan bi kar tîne."

Hec Îsa da zanîn ku heger tu çareserî li gel hikumeta Şamê tune be, çareserî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku şênî xwe bi xwe bi awayekî demokratîk bi rê ve dibin.

Hec Îsa destnîşan kir ku hikumeta Şamê hewl da di navbera eşîrên li herêmê de şer derxe, da ku armancên xwe pêk bîne, lê bi bin ket.

Hec Îsa diyar kir ku girtina dergehan ne çareserî ye, berovajî wê krîzê kûrtir dike û wiha domand: "Çareserî ew e ku destûreke nû ji welat re were danîne ku li gorî wê jî tevahî pêkhate di bin bana yek welatî de bi azadî bijîn."

Hec Îsa ev pirs kir: "Gelo hikumeta Şamê çi sûd ji dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girt? Çi sûd ji girtina dergeha bi kantona Şehbayê re girt? Gelo ev dorpêç çareseriyek bû yan jî parçekirina herêmê bû?"

‛HIKUMETA ŞAMÊ ALÎKARIYA DAGIRKERAN DI DORPÊÇKIRINA ŞÊNIYÊN HERÊMÊ DE DIKE’

Bekir Hec Îsa wiha li axaftina xwe zêde kir: "Wek em dibînin, têkiliyên hikumeta Şamê bi dewleta Tirk a dagirker re hene ku ew jî avê li ser herêmên me qut dike û hikumeta Şamê jî dergehan digire. Ev jî tê wateya ku ev her du dewlet şerê gelê ku ji bo azadiya xwe li herêmê tê dikoşe, dikin. Heke ne wisa ye, çima hikumeta Şamê li ser qutkirina avê li ser herêmê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bêdeng e, tevî wê jî peyman di navbera her duyan de hene."

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker di 1987’an de der barê herikîna avê ya ji aliyê xaka Tirkiyê ber bi xaka Sûriyê ve peyman îmze kir, lê belê dewleta Tirk ji çend mehan ve ye vê peymanê bin pê dike û rêjeya avê kêm kiriye.

Berê jî dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava çemê Firatê kêm kir û li şûna rêjeya avê di çirkeyê de 500 metrekab bide, 200 metrekab di çirkeyê de av dide.

Bekir Hec Îsa wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em berovajî vê yekê dibînin, îro hikumeta Şamê alîkariya dewleta Tirk a dagirker dike da ku bi rêya siyaseta birçîkirinê herêmê vala bike. Gelo çima bi QSD’ê re ya ku ewlehî û aramî li herêmê pêk aniye, li hev nake."

(fr)

ANHA


Mijarên Din