Belavkirina alîkariyan li ser xwedîvanên pez li bejahiya Dêrazorê

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê li 400 malbatên ku pez li bejahiya Dêrazorê xwedî dikin, alîkarî pêşkêş kir.

Di encama salên ku berê bi ziwabûnê derbas bûne re  sewalvanî bi awayekî diyarker di encama nepeydakirina çêregeh, bihabûna ka de bi şûn ket. Lê di vê salê de beşa  sewalvaniyê bi awayekî berbiçav li herêmên bejahiya Dêrazora rizgarkirî di encama barana zêde û alîkariyên ku Meclîsa Sivîl a Dêrazorê pêşkêş dike de, hate xuyakirin.

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê piştî serjimarkirina xwedîvanên pez li bajarokên Kîsra, Keber û Mihêmîdiyê bi alîkariya komînan, alîkarî pêşkêşî xwedîvanên pez kirin.

400 selikên alîkariyê li malbatên xwedîvanên pez belav kirin û ku tê d depoya avê hezar litir, niqîr(êmlik) 2 mitre, avdank 2 mitre û cilên kar bi temamî. Her wiha kalona avê 70 litir û yê 60 litir ji bo şîr û avê belav kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din