Belavkirina ‘Xelatên Mezlûm Bagok’ heta sala bê hate paşvexistin

Yekitiya Ragihandina Azad biryar da ku ‘Xelatên Şehîd Mezlûm Bagok’ ji bo sala bê werin belavkirin.

Têkildarî mijarê Yekitiya Ragihandina Azad daxuyaniyek li ser malpera xwe weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Yekitiya Ragihandina Azad her sal di 22’yê Nîsanê de şahiya Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dike û bi şahiyekê xelatên "Şehîd Mezlûm Bagok ên Kedê" li rojnamegeran belav dike.

Ji ber rewşên pandemiya Koronavîrusê û qedexeya derketina derve şahî heta demeke din hat bipaşdexistin, her wiha yekitiyê li ser malpera xwe ragihand ku madeyên çapemeniyê da ku ji hêla komîtiya nirxandinê ve were nirxandin, pêşwaz dike.

Ji ber dirêjkirina dema qedexeyê û kêmbûna şandina madeyan ji yekitiyê re, komîteya nirxandinê biryar da ku belavkirina xelatan bihêle heta sala bê.

Bi hêviya tenduristiyeke baş ji her kesî re."

(fr)


Mijarên Din