Belavoka Weqfa Îsmaîl Beşîkçî a leşkerî!

Demek beriya niha, weqfa ku li ser navê Îsmaîl Beşîkçî hatiye avakirin, li dîjî Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd belavokek weşand. Bi vê belavokê, Partiya Karkerên Kurdistanê rasterast kirin hedef, bi dewleta Tirk û PDK’ê gef lê xwarin. Belavok ji nîvîsê wêdatir, tu dibê qey mîna belavoka cûntaya leşkerî ye. Bi vê belavokê re, rûyê rola Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî derket holê. Mirov dikare bêje; ha Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ha Qişleya Leşkerî, çi ferqa wê nîn e. Ev weqfa ku rûyê wê hatiye xêlîkirin, li dijî Tevgera Azadiyê û nirxên wê bûye cihê amadekirin û weşandina belavokên leşkerî. Eger naveroka wê belavokê baş bê xwendin, dê were dîtin bê ka bêhna cûntaya leşkerî çiqas jê tê!

Îsmaîl Beşîkçî, di demekê de ku dewleta Tirk û hevkarê wê PDK, bi her awayî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojavayê Kurdistan dike, ew jî bi êrişeke wiha îdeolojîk rabû û helbet bi guman e. Bi zîhniyeteke kevneperest êrişî nirxên gelê Kurd kirin, tê wateya ku di nava konsepta şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê yê dewleta Tirk û PDK’ê de cih digire. Îsmaîl Beşîkçî li ser navê kîjan welatî diaxive û bi kîjan mafî Tevgera Azadiyê bi dewleta Tirk û Barzaniyan gefan lê dixwe? Ev êrişa zîhniyeta riziyayî, di heman demê de êrişeke rasterast li dijî paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan e

Têgeha ‘serxwebûnê’ û derxistina pêş jî projeyeke dewleta Tirk û ya MÎT’a wê ye. Desteka hin hêzên hegemon a vê projeyê jî tê zanîn. Va ye dewleta te û hêzên noker ên mîna PDK’ê jî dixwazin parçe bikin. Mîna Filistînê çawa ku niha li ser teveka erdekî teng asê kirine, heman rengî di dewletokeke biçûk de dixwazin hemû parçeyên din jî bifetisînin. Lê berî pêşî, divê gelê Kurd ê berxwedêr û tevgera wî ya azadiyê tasfiye bikin, paşê jî bi parçeyekî biçûk bidin razîkirin. Heta hewldanên beşekê ji axa Rojavayê Kurdistanê jî daxilî vê projeyê bikin. Bi vî awayî parçeyên din ji hev qut bikin û dewletokekê ji xanedana Barzanî re ava bikin. Jixwe Barzanî ji vê parçebûnê re çeng vekirine. Lewma ewqas têgeha “serxwebûna Barzanistanê” di devê xwe de dicûn. Divê bê zanîn ku neyar mijokên xwe mîna balonekê tim diwerimînin, dema ku wextê wê hat, wê tê de diteqînin! Ji bo vê bila Beşîkçî û Barzanî hema tenê dema referandûmê bînin bîra xwe, têra fehmkirina her tiştî dike û hê zêde ye jî. Îsmaîl Beşîkçî ji vê yekê baş dizane.

Hûn ewqas alîgirên gelê Kurd in! Lê dewleta te a faşîst her roj êrişî nirxên gelê Kurd dike, ji rûxandina goristanan bigire heta destdirêjiya zarokên di pêçekê de, bedenên wan parçe parçe dikin û di qutîkan de ji dayikên Kurdistanê re dişînin. Gelo çima qet rojekê gotinek an jî bertekeke we di vî warî de çênabe? Bi rastî hûn kî ne ku wê wêrekiyê di xwe de dibînin û bi ser de jî êrişî nirxên gelê Kurd dikin? Hûn serajo û binajoyên kê ne, kî ne ku gelê Kurd ji cih û warê wî derxistin? Ev kurmê aqilê kê ye di serê we de zîl dide!?

Bila ev jî bi bîra we bikeve; dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, PDK ku niha hûn pişta wê tîmar dikin, gelê êzidî di nav pencê çeteyên kuştinê de hiştin û terkewelat bûn. Piştî referandûmê jî, hema bêje nîvê axa Başûrê Kurdistanê di nav dest û lepên Heşdî Şabî de hiştin û careke din reviyan. Û li Başûrê Kurdistanê, xanedana ku hûn berdevkiya wê dikin, ji dagirkeriya dewleta te re çeng vekirî ye. Rojavayê Kurdistan jî bi destê heman Barzaniyan dixwazin dagir bikin. Ew gulên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine avdan, Barzanî îro dixwaze xwe li ser xanedaniya xwe avabike. Lê bila kes pişta xwe bi dewleta Tirk qet gem neke, îro li dijî Tevgera Azadiyê ew dane li rex xwe, “piştî taştê, Gurê Boz wê ji bo firavînê li ber deriyê mala wan konê xwe vegire!”

Ev gel; xayîn û sondxwariyên doza xwe û Rêberê xwe baş dinase. Yên mîna we rewşenbîr, nivîskar, zanist, xoceyan jî êdî rind dizane. Dibe ku we sosyolojî xwendibe, lê hûn “Sosyolojiya Azadiyê” a gelê Kurd nizanin. Sosyolojiya we netewedewlet e, zîhnîyeteke kevneperest e û her roj dirize.

Gelê Kurd, her dostekî dilsoz qedir dayê û jê hez kiriye, lê tu carî kes nedaye ser serê xwe. Nirxên ku di dil û mêjiyê xwe de çandine, Rêberê wî û şehîdên wî ne, nirxên wî yên pîroz in. Lewra êdî çêlikên axa û began baş nas dikin, her wiha dostên xwe jî. Êdî gihîştiye wê zanebûnê ku reş û spî baş ji hev derdixe! Bi felsefeya rêber Abdullah Ocalan her roj xwe perwerde dike û polîtîk dibe. Her şivanek, her cotkar û karkereke/a Kurd bi qasî zanebûna we û ji we zêdetir dîroka xwe û paşeroja xwe fêr dibe û dizane. Dîroka xiyanet û berxwedanê jî baş dizane. Ji Enkîdo bigire heya Harpagos, ji Qasim heya Rayberan, ji Gorkolan û heya çêlikên wan baş dizane kî ne! Û Egîdên xwe jî baş dizane...

Hinek hizbulkontra, hevkar û xayîn li dorhêla we kom bûne, bawer dikin ku dê Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin? Ya rast, ev rola ku ji we re hatiye dayîn, divê hûn li gorî wê tev bigerin. Bes ji bîr nekin; her şoreşger û egîdeka/e Kurd bi qasî bombeyeke zindî şiyar e  ku kengî û çi wextî di mêjiyê dagirker û xayînan de biteqin, ne diyar e! Hêmin e, bi rehim e, zana ye lê ewqas li dijî xwînxwar û xayinan xwedî sebreke mezin û li benda wê roja hesabpirsînê ye jî.

Kesên ku di ‘Bêşika Dewletê’ de bêne lorandin, baş têne mijandin jî! Rengê xiyanet û sîxuriyê ewqas ne girîng e ku bê ravekirin, carinan di her civak û malbatê de gengaz e ku yek ji rêya xwe derkeve. Lê belê ev hemû nakevin heman vebiriyê. Hêzên dagirker tim li dijî têkoşîna şoreşa gelan kesên wiha taybet hildibijêrin û digihînin. Bêguman ji her yekê/î re rolekê diyar dikin û peywirekê didin pêşiya wan. Peywîrên hinekan demkurt in, ên hinekan jî demdirêj in. Hinek ji wan zû derdikevin holê û hinek jî dereng eşkere dibin. Lê hinekên ku êdî dikevin ber sikrata mirinê, ew jî dixurifin û nizanin dê êrişî kê bikin.

Ewqas ên mîna Îsmaîl Beşîkçî tev bi saya Têkoşîna Azadiyê derketin pêş û rûmet jê re hate dayîn. Niha jî bûne berdevkên PDK’ê û aqilmendên xanedana Barzanî. Heya vê derê, di bin navê doza Kurdan de hûn hatin, gelo ji vir û pê de hûn ê bi ku ve biajon?

Belê, dema ku we li ser sifra gelekî nanek xwar, divê we pehîna xwe li wê sifrê nexista! Lewre ew gel, dê careke din we li ser sifra xwe nede rûniştandin!