Belgeyên nû yên desteka Erdogan a ji terorê re

Di civîna parlemana Hollandayê de belgeyên nû ku tê de piştgiriya hikumeta serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji komên terorîst re, di nav de El-Qaîde û DAIŞ, li Sûriye, Iraq û welatên Deryaya Spî tesbît dikin, hatin eşkerekirin.

Rojnemevan Abdullah Bozkurt ku gerînendeyê malpera Nordic Monitor e, di civîna parlemana Hollandayê de li ser rola hikumeta AKP`ê ya Tirkiyê û desteka wê ji komên tundraw re, di nav de El-Qaîde û DAIŞ jî hene, li Sûriye, Iraq û gelek welatên Deryaya Spî axivî û diyar kir ku Tirkiye bi çek, pere û alîkariya lojîstîk destek da komên tundraw.

Malpera Nordic Monitor li ser zimanê Bozkurt di civîna ku 25`ê Nîsanê hate lidarxistin de û gelek endamên parlemana Hollandayê amade bûn, wiha got: "Li ser bingeha bi sedan qeydên axaftinên li ser telefonan, em dikarin bibêjin ku hikumeta Erdogan çûyîna çeteyan ber bi Sûriyê ve hêsan kir, her wiha hişt ku li Tirkiyê jî bêne dermankirin."

Bozkurt rola îstixbarata Tirkiyê di derbaskirina terorîstan bi rêya xaka Tirkiyê û dişandin ku xizmeta aliyên Tirkiyê bikin, şîrove kir. Her wiha diyar kir ku Erdogan siyaseta xetereya terorê bi kar dianî, lê teror wek belgeyeke zextê û şantajê di dan û standinên navneteweyî de bi kar tîne.

Hemû êrîşkar û xwekuj demekê li Tirkiyê mane

Bozkurt wiha dewam kir: "Kesên ku çalakiyên terorê yên mezin ên DAIŞ`ê li Ewropa û Asyayê dişopînin, wê bibînin ku hemû êrîşkar û xwekuj demekê li Tirkiyê mane, ev yek jî tiştekî plankirî ye."

Her wiha rojnamevan Abdullah Bozkurt da zanîn ku pêşbirka herî mezin ku rastî Tirkan tê, ku berjewendiyên Erdogan ne li gorî berjewendiyên welat in, serok dikare her tiştî bike da ku parastina desthilatê bike.

Paşê gerînendeyê rêveberiya Navenda Stockholmê ya Azadiyê Levantine Keynes destnîşan kir ku hikumeta Erdogan êrîşî rojnemevanên ku rastiya desteka Tirkiyê bi çeteyan re derdixistin kir, her wiha çalakiyên veşartî yên îstixbaratê eşkere dikirin û hejmara rojnamevanên di girtîgehên Tirkiyê de gihaşt 191 kesan.

Di nîşaneke din a desteka Tirkiyê ji rêxistinên terorê re li Sûriyê, dezgehên çapemeniyê yên Tirkan di Sibata çûyî de eşkere kir ku serokkomarê Tirkiyê ji serokê DYA’yê Donald Trump re gotiye ku bila Enqere berpirsyariya veguhestina 800 çeteyên DAIŞ`ê yên ji Ewropayê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, rake. 

(jo)


Mijarên Din