​​​​​​​Belgeyên sîxuriyê û planên hikumeta Sûriyê yên li herêmê roj bi roj eşkere dibin

Ajansa Nûçeyan a Hawarê eşkerekirina şaneyên girêdayî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê li herêmê dewam dike, ku li pişt teqînan û bûyerên hedefgirtina êl û şêxên eşîran disekinin. Her wiha bi hin erkên din tên erkdarkirin ku yek ji wan teqîna motorsklêteke bombebarkirî li navçeya Şedadê di Adara îsal de bû.

Roj bi roj belgeyên ku têkiliya saziyên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê bi teqînên li herêmê, gefxwarin û hewldanên hedefgirtina kesyatên berz û êlên eşîrên herêmê re tespît dikin, zêdetir dibe. Ev kiryar bi destê şaneyên razayî yên alîgirên hikumeta Sûriyê pêk tên.

Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê bi rêya şaneyên razayî û endamên îstixbaratê yên alîgirên wê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih kirine, hewl dide ku fitneyê di navbera gel û eşîrên Ereb ji aliyekî ve û hêzên leşkerî ji aliyekî din ve derxîne û serweriya xwe li herêmê vegerîne.

Hêzên Sûriya Demokratîk bi rêya îstixbaratên xwe di 29`ê Gulana borî de bi dehan endamên wan şaneyan girt, ku yek ji wan şaneyeke girêdayî şaxê ewlehiya leşkerî ya bajarê Hesekê ye. Yek ji endamên şaneyê yê bi navê Emar Ehmed El-Elî bi bûyerên hedefgirtinê û derxistina tevlîheviyê hatibû erkdarkirin.

Ji bo eşkerekirina wan aliyan, ajansa nûçeyan a Hawarê di rêzehevpeyvînên bi endamên wan şaneyan re, gihîşt yek ji endamên wê şaneyê da ku aliyên ku wan li herêmê bi kar tînin, erkên wan û armancên wan eşkere bike.

Emar Ehemed El-Elî ji bajarokê Mergede yê girêdayî kantona Hesekê ye û sala 1985`an hatiye dinê. El-Elî endamekî şaneyeke girêdayî şaxên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê ye.

Emar Ehmed El-Elî endamê şaneyeke ku ji 6 kesan pêk tê ye. Ew şane girêdayî şaxê ewlehiya leşkerî ya hikumeta Sûriyê li bajarê Hesekê ye.

Şane ji "fermandarê şaneyê Hesen El-Mişêh, Emar Ehmed El-Elî, Xelîl El-Zayid, Xelîl El-Telai, Qasim Ebo Nehaş, Ehmed El-Hemed" pêk tê û fermanan ji kesê bi navê Fewaz El-Elî ku alîgirê rejîma Sûriyê ye digire. Fewaz El-Elî jî têkiliyê bi pêşeng Fîras a şaxê ewlehiya leşkerî ya bajarê Hesekê re datîne.

‘MOTORSKLÊTEKE BOMBEKIRÎ LI ŞEDADÊ TEQANDIN’

Şane yekser bi pêkanîna teqînan hatibû erkdarkirin, ku yek ji wan teqîna motorsklêteke bombebarkirî di 16`ê Adara îsal de li navçeya Şedadê bû. Her wiha bi erkên belavkirina madeyên hişbiriyê û madeyên qedexe li ser nuqteyên leşkerî yên girêdayî QSD`ê hatibûn erkdarkirin.

Li gorî Emar Ehmed El-Elî, şaxên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Sûriyê bi rêya şaneyên xwe yên li herêmê bi awayekî veşartî kar dikin û hewl didin ku QSD`ê bi tevlîheviya ewlehiyê tewanbar bikin.  

PIŞTÎ TEQÎNA ŞEDADÊ BI ERKÊN NÛ HATIN ERKDARKIRIN

Emar Ehmed El-Elî di axaftina xwe de wiha eşkere kir: "Piştî ku Hesen El-Mişêh û Xelîl El-Zayid teqîna li navçeya Şedadê di Adara îsal de pêk anîn, bi erkên nû hatin erkdarkirin. Dê alîgirê rejîma Sûriyê Fewaz El-Elî me erkdar bike.

El-Elî wiha destnîşan kir: "Erkên nû ku Fewa El-Elî ji me re diyar kirine, kirîna madeyên hişbir û madeyên qedexe ji bajarê Hesekê û belavkirina wan li ser şervan û focên girêdayî QSD`ê ye, da ku gel ji QSD`ê dûr bikeve."

Her wiha diyar kir ku dihat payîn ku dest bi bûyerên kutşina êlên eşîran û ciwanên herêmê yên bi hêzên leşkerî û saziyên sivîl re kar dikin, bike lê belê beriya ku beşdarî van çalakiyan bibe hate girtin.

REJÎMA WAN BI PEREYAN Û BAŞKIRINA REWŞA WAN TEŞWÎQ DIKE

Li ser sedemên ku hiştiye beşdarî van karan bibe, Emar Ehmed El-Elî wiha got: "Li gorî axaftina femandarê şaneyê Hesen El-Mişêh dê li hemberî erkên em pê radibin pereyên zêde bidim me. Her wiha dema ku serweriya rejîmê vegere dê rewşa me ya jiyanî baş bikin û peywirên bilind bidin me."

REJÎMA SÛRIYA BI RÊYA ŞANEYÊN XWE DIXWAZE GELÊ HERÊMÊ Û QSD`Ê DÛRÎ HEV BIXE

Têkildarî armacên rejîma Sûriyê, Emar Ehmed El-Elî piştrast kir ku hikumeta Sûriyê bi rêya planên xwe li herêmê û bûyerên teqîn û hedefgirtinê ku li herêmên di bin serweriya QSD`ê de pêk tîne, dixwaze sivîlan dûrî hêzên leşkerî bixe, wan li dijî hêzên li herêmê sor bike û van bûyeran ji bo vegerandina serweriya xwe li herêmê bi kar bîne.

(cx)

ANHA


Mijarên Din