Bendên hevkirina Amerîka-Tirkiyê

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence piştî danûstandinên bi Serokkomarê Tirkiyê Erdoga got, Tirkiyê erê kir ku agirbestê heta 5 rojan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Mike Pence civîneke çapemenî li qesra serokatî li Enqereyê lidar xist û got: “DYA û Tirkiyê îro li ser agirbesta li Sûriyê lihev kirin.”

Pence wiha dewam kir: “Aliyê Tirkiyê wê êrîşa Nebi El-Selam heta 120 saetan ji bo vekişandina Yekîneyên Parastina Gel ji herêma ewle, rawestîne.”

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê  Mevlüt Çavuşoğlu jî di civîneke çapemenî de îro axivî û da zanîn ku Enqere di civîna bi Mike Pence li ser yekbûna axa Sûriyê lihev kirine.

Mevlüt Çavuşoğlu got: “Operasyona Nebi El-Selam a leşkerî hate rawestandin, lê ne bi awayekî giştî heta ku rêxistinên çekdar derkevin.”

Çavuşoğlu anî ziman ku Enqere bi aliyê Amerîkayê re lihev kir ku çekên giran ji hêzên kurdî bikşîne û bargehên wê wêran bike, her wiha piştrast kir ku Enqere tu sozek têkildarî Kobanê de nedaye.

Mevlüt Çavuşoğlu da zanîn ku ew ê bi Rûsya re der barê rewşa Minbicê û rewşên herêmên din ên ku hêzên Sûriyê derbas bûne, nîqaş bike.

Çavuşoğlu got: “A giring ji bo Tirkiyê têkbirina hemû çekdaran e û avakirina herêmeke ewle ye bi kûrahiya 32 km û bi dirêjiya 444 km heta sînorê Iraqê rojhilatê Firatê ya Sûriyê.”

(kc)


Mijarên Din