Berazî: Piştî êrîş û guhartina demografî, Tirkiyê pilana qutkirinê dike

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(El-Partî) ya Buroya Serêkaniyê Şewket Berazî kiryarên dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê bi "Kiryarên plankirî" bi nav kir û got, ev plan bi êrîş, guhertina demografîk destpê kir û niha jî bi lêkirina dîwarê qutkirinê didome.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) ya Buroya Serêkaniyê Şewket Berazî di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me armancên Tirkiyê ji lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê nirxand.

Berazî bi bîr xist ku dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî beşekê ji xaka Sûriyeyê kir û herî dawî êrîşî li ser Efrînê bû, armanca wê eşkere bû û wiha domand: "Aramcna Tirkiyê dagirkirina herêmê ye, piştî dagirkirinê planên guhertina demografîk, koçberkirina niştecihên resen, bi taybet li herêmên ku piraniya niştecihên wê Kurd in pêk anîn. Ev plan li gundên Bab û Şehbayê pêk hatin û li Efrînê didome."

Berazî diyar kir ku armanca Tikiyê ji wan planan ew e ku parçeyekî ji erdnîgariya Sûriyê bibire û tev li nexşeya Tirkiyê bike weke çawa berê li Lîwa Iskenderonê kiriye.

Li ser rêgirtin û binpêkirinên van planan, Şêwket Berazî anî ziman ku rizgarkirina Efrîn û hemû herêmên dagirkirî ji artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê berpirsiyariya tevahî sûriyan, hêzên niştimanî û hemû rûmetdarên li Sûriyê ye. Berazî got, ev yek bi hevgirtin û yekitiya niştimanî ya pêkhateyên gel e, mezinkirina asta têkoşînê û berxwedanê bi hemû rêbazên siyasî û leşkerî û çalakiyên cûr be cûr pêkan e ku planên Tirkiyê û dagirkerina wê ji xaka Sûriyê bi dawî bibe û hemû penaber vegerin warên xwe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din