Berbelavbûna Koronayê berdewam e û bergiriyên cîhanê yên sînordarkirina wê

Belavbûna Koronayê li tevahî cîhanê berdewam e, her wiha duh pêketinên nû li gelek dewletan hatin qeydkirin, bi wê re jî dewletan bergiriyên nû der barê sînordarkirina belavbûna vîrusê de girtin.

Li gorî serjimariyên dawîn li tevahî cîhanê, 165 hezar û 396 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê jî 5 hezar û 833 kesan jiyana xwe ji dest daye, her wiha 73 hezar û 968 kes jî ji vîrusê rizgar bûne.

Komîteya Tenduristiyê ya Nîştimanî ya Çînê îro diyar kir ku li welêt 20 rewşên pêketina vîrusê yên nû hatin qeydkirin ku roja paştir 11 rewş bûn. Bi wê re hejmara rewşên ku bi vîrusê ketine, heta niha gihîşt 80 hezar û 844 kesan.

Wezareta Tenduristî ya Ozbekistanê jî îro ragihand ku piştî vegera welatiyekî ji Fransayê bi vîrusî ketiye.

Li Japonyayê jî, Desteya Radyo û Televîzyonê bi bîr xist ku hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşt hezar û 484’an û destnîşan kir ku hejmar bi asteke bilind ji roja berê zêdetir bûye.

Li Îranê jî 97 rewşên mirinê yên nû bi sedema vîrusê hatine qeydkirin ku bi wê re jî hejmara kesên li tevahî welêt jiyana xwe ji dest daye gihîşt 611’an.

Navenda Koranayê ya li dijî nexweşî û parastina wê da zanîn ku li Koreya Başûr 76 rewşên pêketina vîrusê yên nû hatin qeydkirin, bi wê re hejmara giştî ya pêketina vîrusê 8 hezar û 162 kes in jê 75’an jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê duh ragihand ku hejmara kesên bi vîrusê ketine ji 26 gihîşt 41 kesan.

Li aliyekî din jî hikumeta Komara Kongoyê anî ziman ku rewşeke pêketina vîrusê piştî vegera mêrekî ji Parîsê ya welêt di 1’ê Adarê de hat qeydkirin.

TRUMP BI VÎRUSA KORONAYÊ NEKETIYE

Bijîşkê Koşka Spî duh ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump piştî keşfkirina bijîşkî, bi vîrusa Koronayê neketiye. Ew bergirî piştî pêwendiya yekser a Trump bi gelek endamên şandeya Brezilyayê re ku bi vîrusê ketine, pêk hat.

KORONA PERGALÊN TENDURISTÎ YÊN DEWLETÊN EWROPAYÊ DICERIBÎNE

Ji DYA’yê ber bi Brîtanyayê heta Rûsya û Norwecê biryar da ku tedbîrên sînordarkirina belavbûna vîrusa Koronayê bigirin ku pergalên tenduristî yên dewletên Ewropayê dike tecrubeyê.

Hikumeta Boris Johnson a Brîtanyayê ya ku lawazbûna tevgerandina bi dan û standina bi vîrusa Koronayê re pêk tîne rexne kir, her wiha xwe amade dike bergiriyên qedexekirina kombûnên girseyî bide. Li aliyekî din jî hejmariya kesên bi vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihîşt 21’an.

BERGIRIYÊN BIÊŞ... BAJARÊN EWROPAYÊ BÊ DENG MAN

Serokwezîrê Fransayê Edward Philip daxuyand ku desthilatên li welêt biryara girtina piranî dikan, xwaringeh û cihên lîstokan bi sedema sînordarkirina belavbûna vîrusa Koronayê daye. Edward Philip di civîna çapemeniyê de diyar kir ku qedexekirina girtinê li hember dikanên xwarin, dermanxane û benzînxaneyan pêk nayê.

Serokwezîrê Fransayê Edward Philip piştî ku desthilatên tenduristiyê yên giştî ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye gihîşt 91 kesan û 4 hezar û 500 jî bi vîrusê ketine, civîna çapemeniyê li dar xist.

Îro bi armanca rûbirûbûna vîrusa Koronayê ya nû bajarê Manila paytexta Fîlîpînan qedexeya derketinê ragihand û bi vê yekê biryarên hikumeta serokê Rodrigo Duterte pêk anîn.

Di demeke de ku pêşî li belavbûna vîrusa Korona ya nû li welat tê kirin, serokwezîrê Spanyayê duh bi şev ragihand ku hevsera serokwezîr Pedro Sanche bi vîrusê ketiye.

Di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê de îro kolanên Madrîdê wekî welatên din ên Ewropayê vala bûne. Li Spanyayê hejmara kesên bi vîrusê ketine 5 hezar û 700 e.

Li Îtalyayê jî îro roja dawîn a qedexeya kombûn û derketina derveyî malê bû, bêdengî xwe dabû der û ji nişka ve çepkek ji bo kar û xebata kadroyên tenduristiyê hate lêdan, di heman demê de xelkên Îtalyayê li balkonên xwe stran digotin û derûniya xwe xweş dikirin.

Îro di çarçoveya pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê de Mexrib (Fas) û zêdetirî 20 welatên din qedexeya rêwîtiya balafiran heta demeke nediyar ragihand, di heman demê de hejmara kesên bi vîrusê ketina gihaştiye 17 kesan û 9 rewşên nû jî hene, li gel vê yekê li Cezaîrê jî serjimariya kesên bi vîrusê ketina gihaşt 39`an.

Îro di çarçoveya heman rojevê de dewletên Kendavê jî tedbîrên nû standin û Erebistana Siûdiyê jî qedexeya rêwîtiya balafiran ragihand û Îmaratê jî derxistina vîzeyan sekinand.

Hikumeta Sûriyê jî ji ber tirsa belavbûna vîrusê hilbijartinên meclisa gel ên ku dihat payîn di 13’yê Nîsana pêş de bihata çêkirin heta 20’ê Gulana bi paş xistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî biryara qedexeya kombûyîn, girtina dibistan, zanîngeh, peymangehan û girtina deriyê sînor hate ragihandin.

DESTEYA TENDURISTIYÊ YA HERÊMA CIZÎRÊ REWŞA AWARTE RAGIHAND

Di çarçoveya girtina bergiriyên pêwîst de Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand, pêngavên hişyariyê zêdetir kirin û navendên pişkinîna kesan jî zêdetir kirin.

Li gel vê yekê Desteya Çandê şaxê herêma Firatê jî biryarnameyek derxist tê de îşaret bi qedexeya dana ruxsetên şahiyan û çalakiyên kir.

(fr-eh)


Mijarên Din