`Berbijêrka me berxwedan e`

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku hêzên navneteweyî girîngî nadin berjewendiyên gelên herêmê û berxwedana gelêrî ji bo sekinandina li hember êrişên Tirkiyê û rizgarkirina herêmên ku dagir kirine berbijarka tekane ye. 

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9`Cotmehê ve rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra tên.

Gelê herêmê dibînin ku hêzên navneteweyî girîngî nadin berjewendiyên gelên herêmê lê belê tenê ji bo berjewendiyên xwe mudexeleya Sûriyê kirin.

Xalid Ibrahîm ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye diyar kir ku dewletên mudexeleya aloziya Sûriyê dikin li cem wan tenê berjewendiyên wan girîng in û li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng dimîne. Ibrahîm wiha domand: "Wek pêkhateyên herêmê ji bilî berxwedanê li hember êrişên Tirkiyê yên ku vîn û axa me dikin hedef tu berbijarkên din tune ne."

Ibrahîm piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî yên herêmê re teqez kir û diyar kir ku hêza tekane ye ya ku tevahiya pêkhateyan diparêze.

Şêniyê bi navê Xalid Ereb diyar kir ku Hêzên Sûriye Demorkatîk li Sûriyê  hêza niştîmanî ya tekane ye. Wê şerê terorê kir. Ereb pêwîstiya mezinkirina têkoşînê li ser tevahiya astan bi taybet parastin û pergala leşkerî teqez kir.

Divê em parstina cewherî xurt bikin

Ereb destnîşan kir ku pêwîste kar du qat bibe, piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk were kirin û parastina cewherî di vê demê de xurt bibe. Divê gelê herêmê pişta xwe nede tu hêzeke derve, ji ber ku berjewendiyên tevahiya hêzên nakok li Sûriyê hene. Ereb bang li rêxistin û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji her demê bêtir refên xwe bikin yek.

Şêniyê bi navê Sirac Mihemed balkişand ser ku gelê Sûriyê gelê tekane ye yê ku temê aloziya Sûriyê dide û got: "Tu hêzeke derve di axa Sûriyê de piştgiriya daxwazên û mafên pêkhateyan nekirin. Ji ber ku ji aloziya Sûriyê sûd digirin."

Azad Emîn diyar kir ku yekitiya niştîmanî berbijarka tekane ye ji bo ku dagirkirina Tirkiyê ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xilas bibin û wiha domand: "Berxwedana gelêrî ji bo xilasiya ji dagirkeriya Tirk berbijarka tekane ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din