Berdevkê eşîra Cibûran: Êrîşên dewleta Tirk parçekirina Sûriyê ye

Berdevkê eşîra Cibûran got, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê parçekirina Sûriyê bi xwe re bîne û wek eşîrên Ereb vê yekê red dikin.

Eşîr û rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê ku bi armanca koçberkirin, guhartina demografiya herêmê û bicihkirina çeteyên xizmeta berjewendiyên dagirkeran şermezar dikin. 

Berdevkê eşîra Cibûran a li Sûriyê Şêx Tirkî El-Mendîl got êrîşên dewleta Tirk ên li ser serweriya xaka Sûriyê, di rastiya xwe de êrîşa derxistina aloziya hundir ber bi dewletên cîran e.

Her wiha El-Mendîl destnîşan kir ku xetereya êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefan li hebûna gelê Sûriyê dixwe û dê parçekirina xaka Sûriyê jî bi xwe re bîne, ew jî wek şêx û rûspiyên eşîran parçekirina herêmê red dikin, ji ber ku ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina xak û yekitiya Sûriyê dikin.

El-Mendîl wiha got: “Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekrêz û yekdest in, em rê nadin dewleta Tirk ku Sûriyê parçe bike û gelê wê jî qir bike.”

Tirkî El-Mendîl wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dema artêşa Tirk a dagirker herêmên sînor topbaran dike, cudabûnê naxe navbera Ereb, Kurd an jî Sûriyan, hemû pêkhateyan dike armanc."

El-Mendîl bang li gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi erka xwe rabin û parastina gel û xaka xwe ji dewleta Tirk a dagirker bikin.

Berdevkê eşîra Cibûran wiha dawî li axaftina xwe anî: "Herêmên me aram û ewle ne, em bi hêminî dijiyan, îro serokkomarê Tirkiyê dest bi “pêngava aştiyê” dike, ka aştî? Bi hezaran aware dike û sivîlan qetil dike.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din