Berdevkê MSD’ê: Komxebata eşîreyan asta zanebûna niştimanî û civakî îsbat dike

Berdevkê Fermî yê MSD'ê Emced Osman diyar kir ku rêjeya beşdarbûna di komxebata eşîreyên Sûriyê ya li Eyn Îsayê asta zanistan niştimanî û civakî ya civaka Sûriyê nîşan dide.

Berdevkê Fermî yê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emced Osman têkildarî komxebata eşîreyên Sûriyê ku li duh li navçeya Eyn Îsayê hatibû lidarxistin daxuyaniyek weşand. Osman diyar kir ku rexmî hemû hewldanên avakirina eniyekê li dijî rûspiyan komxebat serkeftî derbas bû.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevî hemû hewldanên avakirina eniyekê ku li dijî eşîreyan û tirsandina wan, komxebata eşîrên Sûriyê ya li Eyn Îsayê bi serkeftî bi encam bû. Peyama hişyarkirinê bû, navaroka wê ew bû, hemû hewldanên dijberî wan ji beşdarkirina komxebatê dûr nake.

Dijberiya wan a ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk îfalsa wan diyar dike. Di heman demê de aliyên fermî yên hikûmta Sûriyê ve daxuyanî hatin dayîn, texmîn nekirin ku komxebata "Eyn Îsayê" bi serkeve, lew re hevok û dirûşmeyên pozbilindî avêtin. Jimara rûsiyên ku beşdarî komxebata Eyn Îsayê bibûn 5 hezarî derbas kir. Ev tevlîbûn asta piştgirî û wefedariya bi têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar dike ku ji bo parastin civakê û hevgirtin û rêzdariya hemû pêkhateyên wê tê dikoşe.

Rêjeya beşdarbûna wan a ji bo komxebatê asta zanista niştimanî û civakî li gel hemû beşên civaka Sûriyê nîşan dide. Di heman demê de sînorê di navbera kesên dixwazin azadiya xwe pêk bînin ji aliyekî ve û kesên ku xwesteka wan ji ya desthilatdariyê kêm nîne ji aliyekî din ve eşkere dike. Li ser vê yekê em beşdarbûna eşîreyan di vê komxebatê de baş dinirxînin û em bang li her kesî dikin ku berpirsyariya vê pêvajoyê pêk bînin. Diyalogan qebûl bikin û pira têkiliyan û peydakirina çareseriya aloziya Sûriyê ava bikin. Destpêkê tişta hevpar di navbera şêniyên herêmê me de eş e.

Ji xwezaya hewcedariya civaka me ya azadî û jiyaneke bi rumet û pêkanîna hevsengiya civakî tê. Ev yek bi rêya hunandineke formeke durist û domdar ku têkiyên di navbera "Azad û Desthilatdariyê" bi rêxistin bike, pêkan e."

ANHA


Mijarên Din