‘Berdewamiya tecrîdê tê wateya berdewamiya şer’

Hiqûqnasên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku berdewamkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêya lêkolînkirina çareseriyên aloziyên heyî li Rojhilata Navîn asteng dike û wiha gotin: “Berdewamiya tecrîdê tê wateya berdewamiya şer.”

Ji 5`ê Nîsana 2015`an ve dewleta Tirk tecrîdek girankirî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike.

Piştî 8 salan di Gulana borî de hevdîtin di navbera Ocalan û parêzerên wî de  pêk hat. Ocalan di wê serdanê de diyar kiribû ku pêkahtina çend hevdîtinan nayê wateya rakirina tecrîdê.

Têkildarî mijarê ajansa me hevdîtinek bi hiqûqnasên Efrînê re yên li kantona Şehbayê dimînin re, çêkir.

Parêzer Cibraîl Mistefa got: “AKP li ser bingeha berjewendiyên xwe bi Ocalan re dide û distîne. Dema rewşên siyasî û civakî yên Tirkiyê ne baş bin, hevdîtinên bi Ocalan re serbest dikin."

Cibraîl Mistefa diyar kir ku beriya hilbijartinên Tirkiyê AKP`ê hişt ku hevdîtina bi Ocalan re bê kirin.

Mistefa tekez kir ku binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî Ocalan , li dijî qanûnên navdewletî û dadgehên navdewletî ne.

Parêzer Ibrahîm Şêxo jî got: “Berdewamiya tecrîdê û qedexekirina hevdîtinên parêzer û hiqûqnasan bi Ocalan re, çareseriya aloziya Tirkiyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn asteng dike. Em hemû dizanin ku çareseriya tekane ya van alozî û şerên herêmê Ocalan e."

Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Qedexekirina hevdîtin bi Imraîliyê re bi xwe aloziyeke li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye.” Şêxo bang li tavhiya aliyên hiqûqî, mirovî û navdewletî kir ku bi lez tecrîdê bi dawî bikin.

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din