Berhemên baxçeyên sergirtî daketin sûkan

Berhemên projeyên baxçeyên sergirtî yên Girkê Legê daketine sûkên navçeyan û yên bajarê Qamişlo. Tê gotin ku berhem rojane derdora 5 heta 10 tonan dadikevin sûkan û beşeke mezin ji pêwîstiyên herêmê bi cih tînin.

Projeya baxçeyên sergirtî li navçeya Girkê Legê di sala 2014‘an de bi armanca pêxistina berhemên herêmî ji sebzeyan û şikandina dorpêça li ser herêma Cizîrê hate vekirin.

Projeya baxçeyên sergirtî li bajarokê Rimêlan bi 6 baxçeyan li ser rûbereke 37 donim dest pê kir. Ji ber ku baxçe di salên destpêkê de berhemên baş dan, rêveberiya projeyan, hejmara baxçeyan zêde kir û derxist 60 baxçeyan.

Ji destpêka havînê ve berhemên projeyên baxçeyên sergirtî dadikevin sûkên navçeya Girkê Legê.

Li gorî berpirsên projeyê, berhemên baxçeyan ji bacan, xiyar, bacanên reş, dolme, îsot, kundir, şemamok, miloxiya û hin cureyên din pêk tên.

Baxçe rojane ji 5 heta 10 ton zebze li gorî pêvajoyên çandiniyê berhemê dide û derdixe sûkan û pêwîstiya rojane ya sûka herêmê bi cih tîne.

Berpirsên projeyê diyar dikin ku berhem hewcedariya sûka navçeya Girkê Legê ji hemû cure sebze bi cih tîne, her wiha rê li ber kesybaziya bazirganan û bilindbûna buhayan digire, di heman demê de beşek jê derdixe sûkên bajarê Qamişlo.

Di projeya baxçeyên sergirtî de 8 kes wek rêveber û endezyar dixebitin, her wiha 4 karker li ser xebatên çandinî, avdan, çinîn û reşandina dermanan disekinin. Berpirs her wiha dibêjin ku ew niha amadekariyên beşeke din ji berhemên bacan, bacanên reş, qernebît û sebzeyên zivistanî dikin.

ANHA


Mijarên Din