Beriya 27 salan hevdîtineke li gel Ocalan

Nazliye Rifet Henan beriya 7 salan li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûnişt û dibêje tiştê ku Ocalan wan rojan digot, îro li ser erdê pêk tên û diyar kir ku ew ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Piştî komployeke navdewletî ku armanca wê hedefgirtina doz û nasnameya Kurdan bû, tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, didome. Lê vê yekê bandor li morala gelê Kurd nekir, berovajî wê hîna asta têkoşîna xwe bilindtir kir û li ser şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.

Bi hezaran şêniyan li Rojava bi Ocalan re rûniştin û heta niha detayên hevdîtina xwe bi bîr tînin. Di nav wan kesan de Nazliyê Rifet Henan jî di 1`ê Gulana 1992’yan de li Lûbnanê pê re rûnişt.

Nazliyê heta niha rûdanên beriya 27 salan bi bîr tîne û axaftina Ocalan a ku dibêje "Îro min teqez kir ku bi milyonan fermandar di nav gelê Kurd de hene, ev yek jî min naxîne heta ku ez bêm girtin jî, ji ber ku gelek heye ku dizane ji bo doza xwe çi dixwaze."

Nazliyê destnîşan kir ku Ocalan 1`ê Gulanê wek boneyek ku çîna kedkaran mafê wan daye wan kesan ku rêya civakan bi kar û têkoşîna xwe ronî kirin, piştî keda mezin ku bi salan dirêj kir û wiha got: "Rêber Apo di axaftina xwe de bang kir ku gelê Kurd şiyar be ji siyasetên der heqê gelê Kurd de tê kirin."

Nazliyê her wiha got tiştê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan rojan digot îro li ser erdê pêk tên, dema ew di civînekê de bûn ji bo boneya Cejna Karkeran jineke temenmezin di civînê de ji Ocalan xwest ku çekê hilgire û li kêleka 4 zarokên xwe di nav refên tevgera rizgariya Kurdistanê de bisekine. Ocalan bersiv da û got jinên Rojava dê rojek bê û çekan hilgirin û parastina xak û nasnameya xwe bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Nazliyê bêdengiya navneteweyî li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û teqez kir ku gelê Kurd ji daxwaza xwe ya azadiya Ocalan venagere.

(jo)

ANHA


Mijarên Din