Beriya Astanayê rejîmê li herêmên bêçek êrîşên xwe dijwar kirin

Beriya civîneke din ji civînên Astanayê ji bo nîqaşkirina komîteya destûrî, li herêmên bêçek rejîma Sûriyê êrîşên xwe yên bejahî û esmanî dijwar kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê topbaran û bombebaran li ser herêmên bêçek zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de balafirên şer gelek êrîş li herêma Meterim a bejahiya bakurê Erîha û Hereş ên girêdayî  Senqol û bajarokê Urm El-Coz a bejahiya başûrê Idlibê pêk anîn.

Her wiha rejîma Sûriyê şeva şemiyê herêmên derdora bajarokên Keferzîta û Latmane yên bejahiya bakurê Hemayê û herêmên din ên li gundê Zîzon ê Sehil Xab a bejahiya bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir.

Rejîma Sûriyê îro serê sibê, herêmên li bajarokê Xwîn û gundên Zerzorî û Sikîk û Ketîba El-Mehcûre yên bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Hêjayî gotinê ye ku beriya civîneke din ji civînên Astanayê ku tê payîn 25`ê vê mehê ji bo nîqaşkirina komîteya destûrî were lidarxistin, li herêmên bêçek şer gur dibe. Ev yek jî nakokiyên dewletên garantor (Rûsya, Tirkiye, Îran) derdixe holê.

Her wiha nûnerê navneteweyî Geir Pedersen dê îro bi wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê Welîd Muellim re hevdîtinekê der barê komîteya destûrî de pêk bîne.

(kc)


Mijarên Din