Beriya dan û standinê nakokiya Rûsya-Tirkiyê zêdetir dibe

Beriya lidarketina dan û standinên di navbera Moskov û Enqereyê de, asta şerê daxuyaniyan ê Rûsya û dewleta Tirk îro der barê şerê li meydanê de rû dide, bilind bû. Gelo ev amadekariya binketineke nû ye yan hewldana fişarê beriya lihevkirinê ye?

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îro dîsa gef li rejîma Sûriyê xwarin û got welatê wî pêngavekê li Idlibê bi paş ve naavêje û dê hêzên rejîmê dûrî nuqteyên çavdariyê bike.

Erdogan têkildarî dema berê diyar kiribû, wiha da zanîn: "Dê Tirkiye nuqteyên çavdêriyê yên li Idlibê hatine dorpêçkirin, heta dawiya Sibatê rizgar bike."

Erdogan li pêş bloka parlamentoyê ya AKP’ê wiha axivî: "Aloziya mezin a niha li hember welatê me li Idlibê nebikaranîna mecala asîmanî ye û dê vê yekê di nêztirîn demê de derbas bikin. Her wiha daxwaza me li Idlibê vekişîna rejîma Sûriyê ji derdora nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk û şansgirtina vegera koçberan li warên xwe ye."

Bi rasthatina daxuyaniyên Erdogan re, cîgirê wezîrê karên derve yên Rûsyayê Mîxaî Bogdanov ragihand ku Rûsya li ser raporên tîma pisporên Meclisa Ewlehiyê yên der barê veguhastina çeteyan li Lîbyayê bi alîkariya dewleta Tirk de mîsoger kir.

Lê belê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derî li pêş derfetên lihevkirinan ku encamên erênî yên diyalogên bi dewleta Tirkiyê re der barê Idlibê de pêk bîne, vekirî hiştiye.

Ev daxuyanî beriya çend saetan ji gihîştina şandeya Rûsyayê ji dewleta Tirk re ku gereke nû ji bo diyalogan pêk bîne, piştî 3 gerên berê û axaftina bi telefonê ya Pûtîn û Erdogan bi bin ketin, hatin dayîn.

MEYDAN BERIYA DAN Û STANDINAN ALOZ DIBE

Wekî carên berê û beriya lidarketina her gereke diyalogên di navbera her du aliyan de, meydan aloz dibe. Her wiha hêzên rejîmê gelek pêşketinên leşkerî li başûrê Idlibê û herêmên derdora bejahiyên Hemayê pêk anîn.

Hêzên rejîmê 6 gundên nû serwer kirin, bi wê re jî herêmên hêzên rejîmê di 60 saetên dawîn de serwer kirine 30 bajarok û gund in û wiha ne; Cibala, Meret Tematir, Sitoh Dêr, Beerbo, Erênebe, Şêx Damis, Hentotîn, Rikaya, Til Nar, Kefir Secne, Şêx Mistefq, Neqîr, Meirzêta, Meret Herma, Um Sêr, Meret Sîn, Besqêla, Has, Kefir Nibul, Hezarîn, Kora, Sehab, Dêr Sinbul, Termela, Dar El-Kebîr, Cibên, Hesane, Feqî, Kerseaû Wêbede.

Li aliyekî dîtir jî komên çete duh bajarokê Nêreb ê bejahiya Idlibê bi piştevaniya yekser a dewleta Tirk serwer kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro daxuyand ku hêzên rejîmê rêya Bara-Kensefra ya Cebel El-Zawiyê bi moşekan karwanê leşkerî yê dewleta Tirk hedef girt û di encamê de herî kêm alaveke leşkerî ya dewleta Tirk hat rûxandin.

Ev jî ne cara yekemîn e ku hêzên rejîmê nuqte û hedefên dewleta Tirk hedef digirin ku bi wê re jî leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

(fr)


Mijarên Din